Li bajarên Serhedê kelecana bendemayînê

  • 11:23 11 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN–Merasîma dîrokî ya ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Silêmaniyê hat lidarxistin, bi heyecan tê şopandin. Xelkê bajarên sînor bi hêvî û meraq li ser ekranên xwe pêşketinan temaşe dikin.
 
Merasîma dîrokî, ku gerîlayên PKKê dê çekên xwe li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan deynin, li Silêmaniyê, Başûrê Kurdistanê tê lidarxistin. Ev kêliya dîrokî ku wekî xalek girîng di pêvajoya aştiyê de tê hesibandin, ne tenê ji hêla xelkê herêmî ve, lê ji hêla tevahiya civaka cîhanî ve bi baldarî tê şopandin. Heyet û rojnamevanên ji bajarên cûda li Silêmaniyê kom bûne da ku merasîmê bibînin, di heman demê de xelkê bajarên Kurdan ji saetên serê sibê ve bi heyecan, hêvî û meraq televîzyonê temaşe dikin.
 
Wan
 
Li Wanê, dayikên endamên PKK'ê yên şehîd li Komeleya Alîkarî, Hevgirtin, Çand û Yekîtîyê ya bi Malbatên ku Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyan Winda Kirine (MEBYA-DER) re kom bûn. Çavên wan bi heyecan û hêviyê tijî bûn, lê di heman demê de bi nerehetiya li ser rewşa heyî. Dayikan diyar kirin ku wêneyê Abdullah Ocalan,ku piştî salan hate weşandin, wan bi hêviyek mezin tijî kiriye û gotin" Ew vê destpêkek nû dibînin. Em 52 sal in li benda vê gavê ne; duayên me qebûl bûn."
 
Dayikan fikarên xwe yên li ser ewlehiya merasîmê anîn ziman û gotin, "Baweriya me bi dewletê nayê ger tiştek bi zarokên me wer em vê qebûl nakin." Her wiha wan tekez kir ku ew bi kelecan li benda merasîmê ne û bawer dikin ku ew destpêka serdemeke nû ye.
 
Jinên ku li taxa Suphan a navçeya Artemêtê ya Wanê dijîn jî li malekê kom bûn da ku merasîma dîrokî temaşe bikin. Wan diyar kirin ku çawa dîmenên 26 salî yên Abdullah Öcalan ew hejandine û hêviya xwe anîn ziman ku ev pêvajoya dîrokî rê li ber aştiyê dê veke. Bi gotina "Em ê ji bo aştiyê çi hewce be bikin", wan baweriya xwe anîn ziman ku êş û zilma ku ew dikişînin dê bi têkoşînê bi dawî bibe. 
 
 
Agirî
 
Xecê Tekin, nişteciha taxa 100'emîn Salî ya Agirî ku kurê xwe di pevçûnan de winda kir, li ber televîzyonê bi baldarî temaşe kir. Xecê Tekin, ku kurê xwe Sînan Tekin di pevçûnan de winda kir, hêviya xwe anî ziman ku dê merasîm bibe sedema avakirina aştiyek bi rûmet û got, "Tevî fikarên ku ev pêvajo tîne jî ez hîn jî bi hêvî me."