
‘Me serokatiya xwe dît hêviya me hîn mezintir bû’
- 09:02 13 Tîrmeh 2025
- Rojane
Rabîa Onver -Nazlican Nujîn Yildiz
WAN - Jinên dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan temeşa kirin wiha gotin: “Vê bangê li Tirkiye, Kurdistan û seranserê cîhanê deng da. Her şerek dawiya wê heye. Dewleta Tirk ev şer winda kir.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya ‘aştî û civaka demokratîk’ de bangek din a dîrokî kir. Di banga ku bi dîmen hat kirin de Abdullah Ocalan banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir. Ev dîmenê Abdullah Ocalan ku 26 salan di bin tecrîda giran de hatibû girtin, di rayagiştî ya navneteweyî û Tirkiyeyê de deng da.
Jinên peyam temaşe kirin, hestên xwe ji ajansa me re parve kirin.
‘Em dixwazin serokatiya me azad be’
Nûrcan Gok diyar kir ku dema banga bi vîdeo ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di televîzyonê de dîtiye ji kelecanê rondik barandiye û wiha got: “Dîtina serokatiyê bihîstina dengê wî em pir kêfxweş kirin. Piştî banga 27’ê Sibatê PKK’ê gav avêt. Lê divê dewlet jî bavêje. Bendewariya gel mezin e. Heta em hebin em li cem serokatiya xwe ne. Em dixwazin serokatiya me demek nêz de nav me de be.”
‘Bangê deng da’
Rêvebera Federasyona Komeleyên Piştevaniya Malbatên Girtiyan (MED TUHAD-FED) Remziye Tekîn, daxuyakirin ku hewcedairya her kesî bi gavên ku dewlet wê bavêje heye û wiha dirêjî dayê: “Rêber Abdullah Ocalan tunebe dewleta Tirk tuneye. Piştî 26 salan şûnde dîtina Abdullah Ocalan kelecanek mezin afirand. Vê bangê li cîhanê deng da. Serokatî azad bibe wê hefteyekê de her tiştekî baş bike.”
'Dema me serokatî dît êşên me sivik bûn'
Mevlude Azan jî daxuyakirin ku 26 salan şûnde dîmen û dengê Abdullah Ocalan bihîstine û wiha vegot: “Dema me ew bihîst me dît me êşên xwe ji bîr kir. Me êşa şehîdên xwe ji bîr kir. Dema min dît ez cemidîm. Min got belkî xewn e. Min çû zarokên xwe şiyar kirin. Me bi hev re temaşe kir. Bila her kes ji bo aştiyê berpirsyariya xwe bînin cih."
Devlet Çîfçî jî diyar kir ku dema di televîzyonê de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtine hemû êş ji bîr kirine û wiha domand: “Me dema serokatiya xwe baş û xurt dît em pir kêfxweş bûn. Em piştgiriyê didin pêvajoyê. Em ê heta dawî têkoşîna xwe bidomînin. Em serokatiya xwe ligel xwe dixwazin.”