
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bertek nîşanî hedefgirtina jinan da
- 14:02 2 Tebax 2025
- Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî) bertek nîşanê xutbeya Înê ya ku Serokatiya Karên Diyanetê jinan dike hedef da û got, "Yên ku ev weaz amade kirin û ev weaz erê kirin, ji hemû sûcên hatine kirin û sûcên bên kirin berpirsyar in."
Meclisa Jinan a Partiya Demokrasî û Wekheviyê (DEM Partî), têkildarî weaza Înê ya li 81 bajaran ji aliyê Serokatiya Karên Diyanetê ve hat xwendin, daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku naveroka weazê bedena jinan dike hedef û êrîşeke giran li dijî mafê jiyan û azadiya jinan pêk tîne.
Di daxuyaniyê de bi hedefgirtina kincên jinan ên di bin navê 'exlaq û edebê' de di weazê de tê vegotin û hat gotin ku divê kincên bi zimanekî zayendîperest çawa li xwe bikin weke 'erêkirina şaşiyê' tê nîşandan û wiha hat gotin: "Biryarên ku jin der heqê beden û jiyana bi vîna xwe ya azad de didin, weke sûc tên nîşandan. Divê li hemberî vê bêdeng nemînin.”
Hat gotin ku di xûtbeya Diyanetê de qetlîam û tundiya li hemberî jinan rewa tê nişandan û wiha hat gotin: “Naveroka vî weazî li dijî jinan îlankirina şer e. Ceseretê dide kesên ku li hemberî jinan sûc dikin. Yên ku ev weaz amade kirin û ev weaz erê kirin, ji hemû sûcên hatine kirin û sûcên bên kirin berpirsyar in.”
Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin ku jin dê li hemberî feraseta serdest a zilam têkoşîna xwe bidomînin.