
Ji bo kujerê zarokê 5 salî cezayekî wekî xelat hat dayîn
- 16:45 1 Tebax 2025
- Hiqûq
COLEMÊRG -Çawîş Alper Kaan Polatkan ku li Geverê bi wesayîta xwe bû sedema mirina Erdem Aşkanê 5 salî, bi salek û 8 meh cezayê girtîgehê yê wekî xelat hat cezakirin.
Di 8'ê Hezîrana 2023'an de, Çawîş Alper Kaan Polatkan, ku li Fermandariya Jendermeyan a Navçeya Geverê li ser kar bû, dema ku ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi rêya Wanê ve diçû, bi wesayîta xwe li Erdem Aşkanê 5 salî da û bû sedema mirina wî. Heşt meh şûnda, doz li Alper Kaan Polatkan hate vekirin.
Di rûniştina dozê de kiryar Alper Kaan Polatkan tenê bi salek û 8 meh cezayê girtîgehê hate cezakirin.