
Komkujiya Şengalê bi kilîbekê hat bîranîn
- 11:22 3 Tebax 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Çand û Hunera Stiya Nexşa ji bo 11’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an klîbeke dansê amade kir.
Çand û Huner a Stiya Nexşa bi klîba xwe baldikişîne ser tarîtiya DAIŞ a li ser jinan dabû ava kirin û piştî hatina şervanên azadiyê rizgarbûna jinan. Yanî bi klîbekî behsa nûvejîna jinên êzidî tê vegotin.
Çeteyên DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êrîşî Şengalê kirin û hezaran kurdên Êzidî di qirkirinê re derbas kirin û revandin. Bi minasebeta vê qirkirinê her sal bi giştî li Kurdistanê û bi taybetî jî li Şengalê û her cihê ku Kurd lê dimînin bi çalakiyên cur bi cûr ev komkujiya hovane tê şermezarkirin. Çand û Hunera Sitiya Nexşa jî jî bo ku li dijî vê komkujiyê bertek nîşan bide di 11'emîn salvegera wê de qilîbeke dansê amade kiriye û bi vê qilîbe hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê vedibêje.