
Li Qilebanê atolyeya’ Îdeolojiya Rizgariya Jinan’
- 18:45 19 Tebax 2025
- Rojane
ŞIRNEX – Li Qilebanê Atolyeya "Îdeolojiya Rizgariya Jinan" bi beşdariya hejmareke mezin ji jinan pêk hat.
Atolyeya "Îdeolojiya Rizgariya Jinan", ku ji aliyê Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve bi dirûşma "Bi Jinêên azad Ber bi Civakeke Demokratîk ve" hat destpêkirin, li Taxa Cumhuriyetê ya Qilabanê ya Şirnexê berdewam kir. Tevgera Jinên Azad (TJA), ji Meclîsa Jinan a DBP’ê Bêrîvan Bahçecî û Endama Meclîsa DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî beşdarî atölyeye bûn.
Di atolyeyê de, Newroz Uysal Aslan tekez kir ku jin di bin navê evînê de di malên xwe de tên girtin û li dijî vê yekê tedbîrên din hewce ne. Di axaftina xwe de, Newros Uysal Aslan got: "Berê, tundûtûjî, tacîz û tecawiz li dijî jinan bi eşkere dihatin kirin. Lêbelê, ev kiryar niha di cihên girtî de, bi dizî pêk tên. Jin di bin navê 'evînê' de di malê de tên girtin û rastî tundûtûjî, tacîz û tecawizê tên. Keda jinan nayê dîtin û bêqîmet dibe. Jin neçar dimînin ku xwe bispêrin mêran.
Tekane rêya guhertina vê yekê têkoşîn e. Ger xwişkên me rastî tundûtûjî û zilma mêran tên, divê em li kêleka wan bisekinin. Ger cîranên me rastî tundûtûjiyek wisa tên, divê em ji kiryaran re bêjin rawestin. Divê em bi hev re bisekinin û bi hev re têbikoşin bikin."
‘Di Serdema Neolîtîk de jin pêşengên civakê bûn’
Endama Meclîsa Jinan a DBP’ê Berîvan Bahçecî diyar kir ku jin di Serdema Neolîtîk de pêşengên civakê bûn û got: " Jinan pergalek ku xizmeta civakê dikir afrandibûn. Lêbelê, bi serdestiya zîhniyeta dewleta mêr di civakê de, ev pergal hate hilweşandin,û jin bi tevahî hatin kolekirin.
Ew ji rastiya civakê dûr ketin û bêhêz man. Lêbelê, bi manîfestoya 'Îdeolojiya Rizgariya Jinan' a ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatî pêşxistin, jinan dest bi rêxistinkirin û têkoşîna li dijî vê yekê kirin. Jin ji bo hebûna xwe, nasnameya xwe, çanda xwe, hunera xwe û gelê xwe têkoşînê didin."
Atolye bi dirûşman bi dawî bû.