Komîsyon dê sibe li Dayikên Aştiyê û Şemiyê guhdar bike

  • 19:30 19 Tebax 2025
  • Ramyarî
ENQERE – Çaremîn civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk - Biratî û Demokrasiyê  ku li Parlamentoyê hatiye damezrandin, bi rûniştineke yekane bi dawî bû. Sibê, Komîsyon dê mazûvaniya komên mafên mirovan, di nav de Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê bike.
 
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xuşk Biratî û Demokrasiyê, ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd li Parlamentoyê hatiye damezrandin, civîna xwe ya çaremîn bi dawî kir. Civîna yekane ji nûnerên weqf û komeleyan, û her weha xizmên kesên ku di dema şer de jiyana xwe ji dest dane, guhdarî kir.
 
Komîsyon dê sibê bi civîna xwe ya pêncemîn xebata xwe bidomîne. Civîn, ku ji aliyê Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ve tê birêvebirin û biryar e saet 14:00’an de dê dest pê bike, tê payîn ku di du rûniştinan de were lidarxistin.
 
Di civîna sibê de, nûnerên Dayikên Şemiyê, Dayikên Aştiyê, Weqfa Maf û Azadiyan û Alîkariya Mirovî (IHH), Komeleya Mafên Mirovan (IHD), Mazlum-Der û Weqfa Mafên Mirovan a Tahir Elçi dê axaftin bikin.