
Civînên hişyariyê yên li dijî tundiya li ser jinan dewam dikin
- 12:13 22 Tebax 2025
- Rojane
AMED - Şaredariya Peyasê, di çarçoveya kampanyaya bi navê “Soza Me Neqediya ye, Em ê Bi Hev re Tundiyê Bisekinînin” de ku li dijî tundiya li ser jinan tê meşandin, bi pêşengiya Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan li Parka Xelîl Brahîm Orûç bi jinan re hatin gel hev. Şaredarî bi awayekî bênavber xebatên hişyariyê û civînên bi jinan re li parkan û taxan berdewam dike.
Di vê çalakiyê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, endamên meclîsê û alîkarên hevşaredaran beşdar bûn. Di civîna ku li Parka Xelîl Brahîm Orûç hat lidarxistin de, li dijî tundiya li ser jinan broşûr hatin belavkirin û bi jinan re sohbetên bi armanca piştgiriya hev hatin kirin. Jinan serpêhatiyên xwe yên têkoşînê parve kirin, girîngiya piştgiriya hev destnîşan kirin û mekanîzmayên têkoşîna li dijî tundiyê nirxandin.
Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar bi welatiyan re rû bi rû hevdîtin kir, derbarê kampanyayê de agahî da, pirsgirêkên wan guhdarî kir û li ser pêşniyarên çareseriyê danûstandin kir. Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan ragihand ku ew ê di seranserê meha Tebaxê de li parkan û taxan civînên bi heman rengî berdewam bike.