Hêlîn Umît: Niha dîrok ji nû de bang li me dike

  • 09:51 27 Tebax 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ditirse, ji ber ku ji civaka demokratîk û aştiyê re amade ye û got, komîsyon û civak jî bi fikar e ku AKP ji pêvajoyê vegere.
 
Endama Tevgera Azadiyê Hêlîn Umît bûyerên li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn diqewimin ji Medya Haber TV re nirxand.
 
Di destpêka axaftina xwe de Rêber Apo bi hezkirin, hurmet û hesret silav kir û di şexsê fermandar Sofî, Koçero, rojnamevan Hêro Bahaddîn û Gulistan Tara de şehîdên meha Tebaxê bi minet bi bîr anî.
 
Hêlîn Umît got, “Pêvajo bi rê ve diçe. Bi taybetî bala her kesî li ser karên komîsyonê ye. Divê karên komîsyonê ji pêvajoya giştî cuda neyê dîtin. Em di nava pêvajoyeke welê de ne ku bi ked, fedakarî, kûrbûn û hêza aqil a Rêber Apo hate afirandin. Avabûna komîsyonê û karên komîsyonê jî parçeyek ji vê pêvajoyê ye.”
 
Hêlîn Umît diyar kir ku di mijara xwedîderketina li pêvajoyê, rûbirûbûna bi heqîqetê, xwedîderketina li rastiyê û nîqaşeke bi wêrekî de tirs û fikar hene û destnîşan kir ku sedema vê jî desthilatdariya AKP’ê ye.
 
Di vê der barê de Umît ev nirxandin kir:
 
“Rewş ji ber du sedeman bi vî rengî ye. Rabirdûyek heye. Em ji pêvajoyeke siyasî derbas bûn ku hate dîtin bê AKP’ê pişta xwe spart civaka Kurd û xwest xwe bi sazî bike. Me rastiyeke AKP-Erdogan dît ku piştî sala 2000’î bû desthilatdar, soza azadiyê da Kurdan, pêvajo bi pêş ket, di wan pêvajoyan de bi rolekê rabû, lê piştre ji nişka ve gotin di cih de be ‘maskeya xwe avêt’ rûyê xwe yê rast nîşan da. Civaka Kurd ev yek dît, civaka Tirk jî dît. Binihêrin; tundî û zilm ne tenê li Kurdan tê kirin.
 
Dixwazim bibêjim, mirovên bi wijdan ên civaka Tirkiyeyê di vê mijarê de divê hîn bêhtir bi helwesteke lêpirsîner tevbigerin. Ya rast, tundiya li hemberî civaka Kurd di heman demê de civaka Tirk tine dike. Yanî Tirkan dieciqîne. Dike ku dengê civaka Tirk dernekeve. Tê tirsandin. 24 saetan propagandayên ji bo şer, reklamên çekan, girtin, binçavkirin, tundiya polîsan... Mebesta min ev e: AKP xwedî sîcîleke bi vî rengî ye. Lewma her kes hinekî ditirse, bi fikar e ku ji pêvajoyê vegere.
 
Ya duyemîn jî; AKP siyaseteke gelekî pragmatîk dimeşîne. Ya ku ev pêvajo bi tempoyekê meşand, pêngavên Rêber Apo ne. AKP û desthilatdarî di vê mijarê timî lawaz ma. Çima? Ji ber ku li bûyerên li herêmê dinihêre, dixwaze pozîsyona xwe li gorî wê diyar bike. Eger firsendê bibîne dixwaze careke din Kurdan bieciqîne. Ji ber ku hînî vê yekê bûye, ev desthilatdarî ji bilî vê yekê nikare siyaseteke cuda hilberîne.  Dibêje şer, tundî, zext, ez ê kulma xwe li maseyê bixim... Hin kes ji vê yekê re dibêje dîktatoriya şexsekî. Biryar hemû ji aliyê yek kesî ve têne wergirtin. Desthilatdariyeke siyasî ya bi vî rengî ava bû.
 
Ev qadeke gelekî rehet û bi konfor e. Meşandina siyaseteke bi vî rengî gelekî rehet e. Ji ber vê yekê Trump heyranê Erdogan e. Dibe ku Putin jî qîma xwe bi wî tîne. Putin jî bi heman rengî ye, wî jî dewleteke îstîxbaratê ava kir. Mêtingerî, yekdestbûyîn, navendîbûyîn; qadeke siyasî ya rehet ji AKP’ê re ava kir, ji hêza desthilatdariyê re. Niha naxwazin ji vê qut bibin.
 
Demokrasî şêweyekî zehmet ê rêveberiyê ye. Xwedî berpirsyariyên hîn mirovî û parvekar e. Sîstemeke siyasî ye ku divê li hemû nêrînên her kesî vekirî be. Ji vê jî wêdetir tê wateya ku civak xwe ji bingehê birêxistin bike û siyaseta xwe bi xwe bike. Lê belê zîhniyeta li hemberî me ji vî alî ve ne cihê baweriyê ye. Lewma yên li komîsyonê, hin beşdarên komîsyonê hinekî bi tirs û fikar diaxivin. Bi fikara ku eger sibe ji pêvajoyê vegere wê bibêje; te li komîsyonê ev tişt got, tu endamê filan cihî ye, dikare careke din bigire. Yanî garantiya vê nîne. Li Tirkiyeya heyî garantî nîne.
 
Li aliyê din sedema bingehîn a tevlîbûna me ya bi rengekî çalak a li vê pêvajoyê, daxwaza pêkhatina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû. Her wiha me got, ‘Eger yek hebe ku vê pêvajoyê karibe bimeşîne, ew jî Rêber Apo ye’. Di vê çarçoveyê de me hemû gavên ku Rêber Apo ji me xwest avêt. Yanî di vê mijarê de em bi berpirsyarî rabûn, bi têgihiştî nêzîk bûn, hemû wezîfeyên dikevin ser milê xwe bê kêmasî bi cih anîn.
 
Lê belê rewşeke bi vî rengî heye. Zêdeyî meheke hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin. Me got, tecrîd hinekî derizî. Belê, Rêber Apo bi malbata xwe, bi heyeta DEM re hevdîtin kir. Ev çend hevdîtin bi xwe bû sedem ku pêlek rabe, kelecan û hêvî nû bibe. Mîna ronahiya ji nava dîwarê derizî şewq dide, jiyan herikî.
 
Em êdî nema karin hevdîtinên Rêber Apo yên bi malbatê, parêzeran û siyasetmedaran têrker bibînin. Ev hevdîtin bi xwe jî bi şertê destûrê têne kirin. Statuya dîlgirtinê hîn jî dewam dike. Hewldana amûrkirinê ev e. Di aqlê desthilatdariya heyî de tenê tiştek heye; dikare her tiştî bike amûrek. Her tiştî dikare bike amûrek ku operasyonê li ser bike. Em qala sîstemeke siyasî dikin ku nirxan hemûyan ser û bin dike. Ev rastî hewl dide bi vî rengî nêzî Rêber Apo jî bibe. Lê belê ev bi ser nakeve.
 
Weke ku dixwazin têgihiştineke bi vî rengî biafirînin. Dixwazin atmosfereke ku dibêje ‘Dema me xwest em ê bidin axaftin, dema xwest, em ê bêdeng bikin’ biafirînin. Ev yek lîstika şerê taybet e. Dubare dikim, mîmarê vê pêvajoyê Rêber Apo oye. Ev yek jî bi fikrê danûstandinê nekir. Ji xwe Rêberê me bazirganek nîne. Kesayetiyeke bazirganiyê nîne; Rêberekî dîrokî ye. Bi zext û ferzkirinê, yan jî bi xapandin û bikaranînê nikarin nêzî Rêber Apo bibin, ji xwe nikarin vê bikin.
 
Baş e, çima bi vî rengî dibe? Ji Rêber Apo hinekî ditirsin. Ji ber ku Rêber Apo amade ye. Ji bo civaka demokratîk amade ye, ji bo aştiyê amade ye, ji bo siyaseta demokratîk li Tirkiyeyê serwer bibe amade ye.
 
Kurdên ku li derveyî komarê hatin hiştin, lihevhatina wan a bi komarê re. Mebesta me ji entegrasyona demokratîk ev e. Entegrasyona demokratîk ne bi me re eleqedar e. Yanî mebesta me ji entegrasyona demokratîk ne ew e ku milîtanên bi çek bên tevlî siyasetê bibe. Entegrasyona demokratîk ew e ku civaka Kurd xwedî li komarê derkeve û veguhere hêmanê esasî.
 
Lê belê di vê mijarê de hîn jî astengiyên cidî têne derxistin. Mînak, zimanê Dayika Nezahat nehat qebûlkirin.
 
Gelo Komara Tirkiyeyê ya nû, komara demokratîk, Komara Tirkiyeyê ya demokratîk bi vî rengî dikare ava bibe? Bang li her kesî dikim ku di vê mijarê de bi cidî tevbigerin.
 
Ev ne lîstika zarokan e; 50 hezar mirov mirin! Dikarim vê bibêjim. Eger ev pirsgirêk vê carê jî çareser nebe, wê bikeve demeke hîn nebaş, demeke hîn tund.
 
Rojhilata Navîn dikele. Mînak, eger dewleta Tirk dibêje, ‘rêyeke wan a din nîne, Kurd mehkûmî me ne’ hingî xwe dixapîne. Rewşeke bi vî rengî nîne. Texmîn dikim ku bi vî rengî nafikirin, herhal ewqasî jî kor nîne.
 
Niha li Sûriyeyê li ser hin avaniyên etnîkî komkujî tê ferzkirin. Kurd ne ji wan avaniyan e. Piraniya nifûsa xwe, serweriya li cografya lê ne, nasnameya xwe ya dîrokî... Yanî bang dikim ku hinekî din rasteqîn bin.
 
Yanî nêzîkatiyeke bi vî rengî ya li hemberî Rêber Apo, şidandin û sistkirina tecrîda li ser Rêber Apo... Divê lîstikên bi vî rengî êdî bi dawî bibin.
 
Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin. Em sîstema qirkirinê ya Îmraliyê qebûl nakin. Em dixwazin Rêberê me ji Îmraliyê derkeve. Em li hemberî sîstema Îmraliyê bi hêrs in, jê nefretê dikin.”
 
Hêlîn Umît diyar kir ku polîtîkayên li hemberî Rêber Apo têne meşandin, ji ber tirsa bandora zêde ya Rêber Apo ne û got, “Bi vê wesîleyê bang li derdorên pêwendîdar, desthilatdariyê, bi taybetî jî bang li MHP û Devlet Bahçelî dikim ku xwedî li banga xwe derkeve. Banga xwe çi bû? Got, ‘Bila Ocalan bê, li koma DEM Partiyê siyasetê bike’. Siyasetkirina Rêber Apo tê çi wateyê? Tê wê wateyê ku heval hemû siyasetê bikin... Ji ber ku em hemû tevlî Rêbertî bûne. Fikir, nêrîn û çalakiya Rêbertî ji bo me rê ye. Rêbertî rêya me ye. Ev bi vî rengî bê fêhmkirin wê baş bibe.
 
Mijareke din jî polîtîkaya dewleta Tirkiyeyê ya têkildarî Sûriyeyê ye. Bûyerên li Sûriyeyê girîng in. Sûriye niha ew qad e ku polîtîkayên têkildarî herêmê lê diyar dibin.
 
Hevsengiya herêmê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi Peymana Sykes-Picot re li ser Sûriyeyê ava bû bû. Ew hilweşiya. Yanî hewl tê dayin ku herêma Rojhilata Navîn careke din li ser Sûriyeyê bê avakirin. Çend sedemên vê yekê hene. Rêyên enerjiyê, têkiliyên stratejîk û hwd. Yanî ew der kirine qadeke şer. Û dem bi dem aram bibe jî li qadê têkoşîneke dijwar heye. Rêveberiya HTŞ’ê ya heyî, hikumeta Colanî avaniyên etnîkî; Durzî, Elewî her kes bêdudilî qetil kir. Ev yek ên di medyayê de hatine weşandin e. Her wiha yên nehatine weşandin jî hene. Em bi wan nizanin.
 
Di vê demê de gelên Sûriyeyê xwestin şensekî bidin hikumeta Colanî, firsendek dan. Kurdan, Xiristiyanan, Asûran, gelan ev yek anîn ziman. Firsend jî bi rengê yekîtiya neteweyî ya li Sûriyeyê pênase kirin.
 
Niha dema qala HTŞ an jî rêveberiya Colanî, hikumeta Sûriyeyê, hikumeta demkî tê kirin, weke ku qala tiştekî gelekî rewa tê kirin tê fêhmkirin, halbûkî em qala tiştekî welê dikin ku rewabûneke xwe nema ye, bûye cihê lêpirsîn û nerazîbûnê. Lewma nikarim bi hêsanî bînim ziman. Ji bo pênasekirinê tiştekî din nabînim.
 
Lê belê hikumeta Colanî ev yek li ser bingeha avakirina yekîtiyeke Ereb Sûnî, yekperestiyê nirxand. Yanî li ser avakirina serweriya faşîzmê dît. Di vê mijarê de têkiliyên Tirkiye-Sûriyeyê balkêş in. Diyar e bi aqlê Tirkiyeyê tevdigere. Haka Fîdan ji xwe timî li wir e. Nîv bi nîvî dîplomasiya Sûriyeyê dimeşîne. Çawa ku Sefîrê Bilind ê Emerîkayê yê li Tirkiyeyê di heman demê de Nûnerê Taybet ê ji bo Sûriyeyê ye, mîsyona Hakan Fîdan jî bi heman rengî ye. Yanî ji bo herduyan dixebite. Ez bi vî rengî fêhm dikim.
 
Lewma diyar e ku Ahmed el Şara gelekî di bin bandora Hakan Fîdan de ye, lê guhdarî dike. Xuya ye bi vê yekê re wê dawî li xwe bîne. Ji ber ku rayedarên li Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser a Rojava jî gelek daxuyanî dan. Xercê bingehîn ê ku Sûriyeyê di nava yekîtiyê de bihêle demokrasî ye. Yanî divê sîstemeke welê bê avakirin ku nasname, bawerî hemû bi hev re bijîn. Li gorî sosyolojiya xwe, li gorî rastiya xwe ya civakî divê yekîtiyek bê avakirin. Ev yekîtî jî bi zordariyê ava nabe.
 
Niha aqlê dewleta nete ya Tirk, ya jî aqlê netewe yê dewletê... Hûn dikarin ji vê re aqlê Baasê jî bibêjin. Ji ber ber ku Baasî jî bi vî rengî bû. Rejîmên Baaasê li Iraqê, li Sûriyeyê dema ku serwer bûn hewl didan bi zordariyê yekîtiyekê ava bikin. Diyar e ku Şara nekarî van saziyên rejîma Baasê ji holê rake. Ji ber ku li cihekî amade rûnişt.
 
Gefan li Kurdan dixwe. Weke tevger em li ber yekparebûna Sûriyeyê ranabin, lê belê kîjan Sûriye? Ya neteweperest, olperest, zayendîperest, ya ku jin lê têne binpêkirin, talankirin û kolekirin... Vaye li Efganistanê jî (desthilatdariyeke) bi vî rengî heye. Li wir pencereyên odeyan jî li jinan hatine girtin. Yanî odeyên ku jin lê ne ronî jî nabin. Sîstemeke bi vî rengî heye ku jinê dike kole. Gel, jinên li Sûriyeyê bi azadiyê zanin. Hem jinên Kurd hem jinên Ereb hem jî Elewî. Lewma ev yek ne tiştekî bê qebûlkirin e. Yekîtî û yekparebûna Sûriyeyê divê di çarçoveya van pîvanên demokratîk de be.
 
Ez gelekî girîng dibînim ku Kurd, Durzî, Elewî li hev kom dibin, têkiliyê datînin, xwedî li hev derdikevin, piştgiriyê didin. Ne tenê avaniyên etnîkî yên cuda, her wiha derdorên Ereb ên demokratîk, muxalîf, Erebên Sunî yên bindest, divê xwedî li wan jî derkevin, piştgiriya hev bikin. Bi vî rengî yekîtiya Sûriyeya Demokratîk, dewleta Sûriyeya demokratîk dikare ava bibe.
 
Em dewletperest nînin. Min timî got, em dewletê her tim weke amûreke mêtingeriyê dibînin. Ji aliyê sosyolojiya civakî ve jî bi vî rengî ye. Lê belê eger wê bibe divê di vê çarçoveyê de be. Xuya ye civaka Durzî, civaka Kurd, civaka Elewî wê di vê yekê de israr bikin. Ji ber ku wekî din wê tine bibin.
 
Di rewşeke bi vî rengî de ferzkirina teslîmbûnê li ser QSD’ê dûrî ji aqil e. Bifikirin, her roj li mala cîranê we komkujî dibe, hûn ê jî rabin kêra li mala xwe, amûrên parastina xwe biavêjin çopê! Bi vî rengî nabe. Dor bi dor tê. Ji vê wêdetir, divê gel parastina xwe xurt bike. Divê civaka Durzî xweparastina xwe xurt bike. Yanî gel dikarin xwe biparêzin, dikarin hevdu biparêzin. Divê ji vê yekê bawer bikin.”
 
Hêlîn Umît destnîşan kir ku divê polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Kurdan li ser Sûriyeyê bê nirxandin û got, “Yê li hemberî me, dewleta Tirk vê yekê bi rengekî berevajî li dijî me bi vî rengî dike. Dibêje, em ê li Sûriyeyê bibînin bê Tevgera Azadiyê ya Kurd çiqasî samîmî ye. QSD wê entegre bibe yan na. Yanî zexeliyê dike. Dixwaze bi kevirekî li du çivîkan bixe. Çareseriya Tirkiyeyê çareseriyeke Sûriyeyê nîne. Sosyolojiya Sûriyeyê cuda ye. Bûyerên diqewimin cuda ne. Xwedî dînamîkên cuda ne. Bi ya li Iraqê, ya li Îranê re weke hev nîne. Cudahiyên xwe hene. Ji aliyê etnîkî ve, rastiya Kurd ve weke hev e lê belê desthilatdariyên ku ew lê rast tên heman tişt nîne. Pirsgirêkên rojane lê rast tên cuda ne. Lewma hewl didin bi vî rengî qurnaziyê bikin. Lê belê bi vê wesîleyê dixwazim vê yekê bibêjim; Polîtîkaya Tirkiyeyê ya têkildarî Kurdan li Sûriyeyê dimeşîne bêbaweriya ji xwe kûr dike. Înkar, teslîmiyeta asîmîlasyonê bi rengekî eşkere ferz dikin.
 
Dixwazim vê jî bibêjim. Bila kes nebêje mecbûrî me ye. Di nava gel de gotinek heye, dibêje ‘Xwedê deriyekî bigire, deriyekî din vedike’. Ev gotin li Rojhilata Navîn gelekî tê gotin.
 
Belê ji aliyê rastiya xwe ya dîrokî ve em dixwazin xwişk-biratiya Kurd û Tirkan nû bikin. Em di wê baweriyê de ne ku ev yek parçeyek ji sosyolojiya me ya dîrokî ye. Em di wê baweriyê de ne ku bi vî rengî li vê cografyayê hebûna me pêk hatiye. Lê belê ev yek çarenûsek nîne. Ti kes vê yekê weke qederekê ferz nake. Tiştekî welê ye ku bi rengekî têgihiştî dikare bê avakirin. Di dîrokê de jî bi zanebûn hatiye avakirin. Dema ku Kurdan bi Tirkan re tifaq kirin, yan jî dema ku Tirkan bi Kurdan re tifaq kirin ev yek bi navê qeder an jî çarenûsê nekirin, bi zanebûn û têgihiştî kirin. Li ser pêwîstiyê û rastiyekê kirin. Niha dîroka careke din bang li me dike. Divê her kes bi vê yekê zanibe.”