Li Bestayê nobetê dest pê kir

  • 18:22 9 Îlon 2025
  • Ekolojî
ŞIRNEX - Li Bestayê li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnexê çalakiya nobedê hat destpêkirin. 
 
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk, li dijî qirkirina ekolojiyê ya li Şirnex û navçeyên wê, bi dirûşmeya "Em rê nadin qirkirina ekolojiyê, em li dijî talankirina xwezayê dimeşin" çalakiya nobedê ya şevekê li Bestayê dest pê kir. Bi hezaran kesên ku ji Qada Cumhûriyetê ya Şirnexê heya Qada Omer Kabak meşiyan, paşê bi kerwana ji wesayîtan pêkhatî derbasî herêma Kûn Hirçokê ya di navbera gundê Çemê Têwî û Bişeyê Reş de. Girseya ku gihîşt qada ku dar lê hatine birin, bertek nîşanî birîna daran da. Dayikan bertek nîşanî cerdevanan dan û gotin: "Heya talankirina xwezayê biqede em ê çalakiya xwe ya li vir bidomînin." Paşê girse girseyê konên berxwedanê vedan. Di nobedê de ku bi awayekî komunî xwarin hat belavkirin, li ber stranên kurdî govend tê gerandin. 
 
Hevserokên Giştî yên DBP'ê Keskîn Bayindir û Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmog,ûllari, parlamenterên DEM Partiyê, Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Mertcan Tîtîtz, Hevberdevka Partiya Yeşîl Solê Dîdem Goçer, Endamê MYK'ê yê ESP'ê Orhan Çelebî, nûnerên Înîsyatîfa Yekîtiya Demokratîk, Koalisyona Edaleta Avhewayê û rêxistinên civaka demokratik, rêxistinên ekolojiyê û gelek welatî tevlî nobedê bûn. 
 
Dê di nobedê li sohbet bên kirin û behsa qirkirina ekolojiyê bê kirin. Nobed dê sibê saet di 11.00'an de bi dawî bibe.