
'Rojên Huner û Çandê' yên Yenişehirê dest pê dikin
- 11:50 8 Îlon 2025
- Çand û Huner
AMED - Bi pêşengiya Şaredariya Yenîşehîrê 'Rojên Huner û Çandê' yên wê se rojan dewam bikin dest pê dikin.
Rojên Çand û Hunerê yên sê rojî, li navçeya Yenişehir a Amedê dest pê dikin. Festîvala ku bi pêşengiya Şaredariya Yenişehirê tê lidarxistin, dê di 12, 13 û 14'ê Îlonê de li Kuçeya Hunerê- Ofîs pêk were û bi bernameyeke tijî, ku tê de pêşangehên wênesazî û wênekêşiyê, xwendina helbestan, şano, civînên dengbêjan, konser û atolyeyan hene, dê gel pêşwazî bike.
Festîval dê di roja yekem de bi pêşangeheke wêneyan dest pê bike, piştre semînerek li ser şîdeta li dijî jinan û pêşandana erbane û dengbêjan were lidarxistin. Piştî axaftinên vekirinê, Koma Hevra dê derkeve ser dikê. Di roja duyem de pêşangeheke wênesaziyê ya portreyên jinan, xwendina helbestan, performansên şanoyê û gelek atolye dê were pêşkêşkirin. Di roja sêyem û dawî de jî semînerek ji bo hişyarkirina li ser îstismara madeyan, performansên erbane û dengbêjan û konsera Hamit Karadeniz dê were pêşkêş kirin, ku heyecana festîvalê digihîne lûtkeyê.
Wekî din, di seranserê festîvalê de her roj çalakiyên kolanan ên bi taybetî ji bo zarokan dê werin lidarxistin.