‘Divê zarokên Kurd bi Kurdî perwerdê bibînin’

  • 17:54 11 Îlon 2025
  • Rojane

RIHA – Bi pêşengiya ZIWAN-KURD (DÎL-DER) bi dirûşmeya ‘şerta heyînê ya pêşî zimane’ daxuyanî hat dayîn û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em dixwazin ku ev bêdadiya sedsalî demildest ji holê rabe û zarokên Kurd bi zimanê xwe bi Kurdî perwerdê bibînin.”

Bi pêşengiya Komeleya lêkolîn û pêşvebirina çand-huner û zimanê Kurmancî û Kirmanckî (ZIWAN-ZIMAN KURD) bi dirûşmeya, "Şerta heyînê a pêşî ziman e" li Sêwreg a Rihayê li Parka Lezgo daxuyanî hat dayîn. Pankara "Ziman aştî azadî, ziman aştî azadî statuya kurdî perwerdehiya bi kurdî" hat vekirin û dovîzên ‘Azadiya zimanê kurdî bingeha aştîyê ye", "Heta ku hemû ziman azad nebîn aştî ne pêk tê" hatin hildan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar, rêxistinên DEM partî yên navend û navçeyan û gelek welatî tevli bûn. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên "Ziman jiyan azadî"  û "Ziman aştî azadî" hatin berzkirin.

Ligel erbane û stranên Kurdî govend hatin gerandin û piştre daxuyanî hat dayîn. Li ser navê girseyê rêveberê komeleyê  Mazlum Dogan Taniş daxuyanî xwend.

‘Hewl dan me bi asîmîlasyonê biqedînin’

Mazlum Dogan Taniş da zanîn ku Duşema bihurî li Kurdistan û Tirkiyeyê sala perwerdehiyê ya serdema 2025-2026 dest pê kiriye û wiha hate gotin: “Weke ku gelê me û raya giştî jî pê dizane hema bêje ji avabûna komara Tirkiyê û heta îro gelê kurd ji mafê xwe yê  perwerdeya bi zimanê zikmakî Kurdî (dimilî û kurmancî) bêpar hatiye hiştin.Li rex vê yekê ji avabûna komarê heta îro dewletê weke siyaseteke sîstematîk xwestiye bi rêya polîtîkayên asîmîlasyonê ziman,çand û nasnameya me tune bike.Di hemî qanûnnameyên navneteweyî de asîmîlasyon weke cureyekî komkujiyê tê pênasekirin baş e dewlet vê yekê nizane gelo? Weke hûn jî dizanin dewlet vê yekê weke rêbazeke bi zor û qirkirinê çareserkirina pirsgirêka kurd dibîne.”

‘Ji bo çareseriyê em banga xebatê dikin’

Mazlum Dogan Taniş destnîşan kir ku weke hûn jî dibînin vê polîtîkayê encam negirtiye û bi berxwedana sed salan a civaka kurd ve vala hatiye derxistin.Mazlum Dogan Taniş wiha dirêjî dayê: “Lê mixabin vê polîtîkaya qirêj gelek zirarên sosyolojîk, psîkolojîk û çandî daye gelê me.Îro weke hûn jî dibînin di navbera aliyên siyasî yên kurd û tirk de hevdîtinên aşîtiyek bi rûmet û çareseriyek mayînde tê kirin.Lê her çi qas navê pêvajoyê bi aşîtiyê tê bilêvkirin jî wê rojê di komisyona ku di bin banê meclîsê de hatiye avakirin de ji ber dayikek kurd xwest bi zimanê xwe ,xwe îfade bike,ji alî serokê meclîs û komîsyona aşîtiyê Nûman kurtulmuş ve hate astengkirin.Ev jî raber dike ku aliyê dewletê di çareserkirina pirsgirêkê de çi qas ji dil e..Weke xemxurên ziwanê kurdî em jî bang li aliyan dikin ku aşîtî di serî de ji naskirina mafên bingehîn dest pê dike.Mafê Perwerdeya bi zimanê zikmakî mafekî xwezayî û mecbûrîye ku bi zagon û qanûnên navnetewî û navdewletî hatine parastin û misogerkirin.Bi destpêkirina sala perwerdehiyê ya nû re bi milyonan zarokên kurd dîsa duçarî binpêkirina mafên xwe yên bingehîn tên.Em weke komeleya lêkolîn û pêşvebirina çand -huner û zimanê kurdî a Siwêreg'ê daxwaz dikin ev neheqiya sed salan tavilê ji holê were rakirin û zarokên kurd bi zimanê xwe dimilî û kurdî perwerdeya xwe bibîne.”

Piştî daxuyaniyê çalakî bidawî bû.