
Li Pîranê 4 herêm ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin
- 17:49 22 Gulan 2025
- Rojane
AMED - Li navçeya Pîran a Amedê, gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji ber operasyonên leşkerî 10 rojan wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin.
Li navçeya Pîran a Amedê, gundên Şingring Cor, Heridan, Pirejman û herêma Çiyayê Gorsê ji ber operasyonên leşkerî navbera 21-30’ê Gulanê de wek ‘herêma ewlehiya taybet’ hat îlankirin.
Walîtiya Amedê ketina herêman bi desturê pêk tîne û hinceta qedexeyê jî wek ‘ Pêkanîna aramî û ewlehiya netewî û cemaerî, pêşî girtina sûc, parastina maf û azadiyan’ hat nîşandan.