Koma Ap Sol çû serdana Îlham Ehmed û Kampa Rojê

  • 14:10 1 Hezîran 2025
  • Rojane
           
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Martin Schirdewan di serdana xwe ya Rojava de bi Hevseroka Daireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlhamî Ehmed re hevdîtin kir.
 
Heyeta bi pêşengtiya Hevserokê Koma Çep a Parlamenta Ewropayê Martin Schirdewan di roja dawî ya serdana xwe ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bi Hevseroka Daireya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed re hevdîtinek pêk anî û Kampa Roj ku malbatên çeteyên DAÎŞ'ê lê ne lêkolîn kirin.
 
Armanca serdanê ew e ku herêm ji nêz ve bê şopandin û li gorî wê asta piştgiriya Ewropayê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya li herêmê diyar kirine. Heyet derfet dît ku şert û mercên li herêmê ji nêz ve bibînin û bi rayedarên herêmî re hevdîtin pêk bînin.
 
Bi Schirdewan re Serokê Departmanê Navneteweyî ya Navenda Rosa Luxemburg û Alîkarê Midûrê Giştî Philip Degenhardt, nûnerê saziyên Ewropayê ya DEM Partiyê Fayik Yagizay û wekîlên wan jî amade bûn.
 
Îlham Ehmed, diyar kir ku Rêveberiya Xweser di astên cuda de rasterast bi Tirkiyeyê re peywendiyê dimeşîne, lê ji bo ku ev pêvajo pêş bikeve pêwîstî bi navbeynkarekî sêyemîn heye.
 
Koma Çep a Parlamenta Ewropayê dixwaze di asta Ewropayê de piştgirî bide Rêveberiya Xweser. Hat diyar kirin ku di nava mijarên piştevaniyê ji bo hikûmeta nû ya Sûriyeyê ji bo pêkanîna sozên xwe yên der barê demokrasî û mafên wekhev de, ketina nava pêvajoyeke danûstandinan bi Rêveberiya Xweser re û tevkarî li pêvajoya Tirkiye-PKK'ê ya ji bo derbaskirina dudiliya hikûmeta Tirkiyeyê nîqaş hat kirin.
 
Heyetê serdana Kampa Roj a ku 2 hezar û 323 malbatên DAÎŞ'ê lê dimînin kir. Ji ber sedemên ewlehî û dem tenê serdan ji derveyî kampê pêk hat. Heyetê rewşa kampê şopand û bi rayedaran re hevdîtin kir.