Li Denîzliyê mirina bi guman

  • 19:26 20 Hezîran 2025
  • Rojane
DENÎZLÎ-Li navçeya Merkezefendî ya  Denîzliyê jina bi navê Havva Oy biguman ket hewza vîlayê û jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê  jina bi navê Havva Oy ya 44 salî ku ji bo paqijiyê çû vîlayekê bi guman ket hewzê û jiyana xwe ji dest da. Bûyer du roj berê pêk hat û li ser îxbara cîranan ekîbên tenduristî û polîsan çûn cihê bûyerê.
 
Havva Oy ji aliyê cîranan ve ji hewzê hat derxistin û rakirina nexweşxaneya Zanîngeha Pamukkaleyê. Havva Oy li vir jiyana xwe ji dest da.
 
Der barê mirina bi guman de lêpirsîn hat destpêkirin.