
Li Îranê mamosteya Beluç hat qetilkirin
- 19:50 26 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îranê mamosteya Beluç Hossniyeh Kolkolî ku di encama êrîşa kesên bi bi cilên sivîl de bi biranî birîndar bû piştî têkoşîna 6 rojan a jiyanê jiyana xwe ji dest da.
Li bajarê Îranşahr a eyaleta Sîstan-Belucîstan a Îranê 19’ê hezîranê de kesên bi cilên sivîl gule reşandin û mamosteya Beluç Hossniyet Kolkolî (41) jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya INCRI’ê Hossniyeh Kolkolî li gundê Surap a girêdayê Îranşahrê mamostetî dikir û heman demê de jî dayika çar zarokane.