Li Ciwanro êrîşa bi kezabê çavê jinekê kor kir

  • 11:59 1 Tîrmeh 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Ciwanro yê herêma Hewramanê ya Rojhilatê Kurdistanê, mêrekî bi kezabê êrîş bir ser Mehrî Abdulkadîr (35) ku pê re zewicî bû.
 
Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di encama êrîşê de çavekî Mehrî Abdulkadîr kor bû, ji mil û destên xwe bi giranî birîndar bû.
 
Hate ragihandin ku piştî nîqaşeke li dû daxwaza cihêbûnê ya jinê, êrîş hatiye kirin.
 
Hate gotin ku di dema êrîşa bi kezabê de du zarokên Mehrî Abdulkadîr jî birîndar bûne. Jin a birîndar rakirin nexweşxaneyê û hîn jî tê dermankirin.