TAJÊ: Em derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê dibin

  • 11:07 7 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ bi boneya 11’emîn salvegera fermanê li Sûka Kevn a Şengalê daxuyanî da û diyar kir ku ew ê bi dirûşma "Em ê bi banga aştî û civaka demokratîk heyfa qirkirina li dijî jinên êzidî hilînin" derbasî qonaxekî nû yê têkoşînê dibin.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), bi wesîleya 11’emîn salvegera Fermana 74’an bi dirûşma "Em ê bi banga aştî û civaka demokratîk heyfa qirkirina li dijî jinên êzidî hilînin" li Sûka Kevn a Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla berdevka Komîteya Dîplomasî ya TAJÊ Sûham Şengalî ve hat xwendin. 
 
Di daxuyaniyê de Sûham Şengalî, diyar kir ku ew di dem û kêliyên dîrokî de dijîn, di demekî wisa dîrokî de dikevin salvegera 11’emîn a fermanê û wiha got: “Di 11 salan de weke jin û civaka êzidî, me têkoşînekî mezin da. Li hemberî her awayî êrîşên qirkirina fîzîkî, çandî û fermana spî li ber xwe da. Ev sekna bi rûmet û helwesta berxwedanê îro bi saya şehîdên ku me di oxira baweriya Êzdayetî de dan ava bû. Li ser vî esasî em şehîdên 74 fermanan bi hûrmet û bi rêzdarî bi bîr tînin. Em şervan û gerîlayên azadiyê yên ku bûn parêzvanên civaka me, bi ruhê fedaî şer kirin û şehîd bûn bi heskirin û minetdarî bi bîr tînin.”
 
Derbasî qonaxeke nû ya têkoşînê dibin
 
Sûham Şengalî, ragihand ku ew di 11’emîn salvegera fermana 74’an de bi dirûşma "Em ê bi banga aştî û civaka demokratîk heyfa qirkirina li dijî jinên êzidî hilînin" derbasî qonaxekî nû yê têkoşînê dibin û wiha axivî: “Rêber Apo dibêje; ‘Di dîroka mirovahiyê de komkujiyên wiha tu carî nayên jibîrkirin. Ger bên jibîrkirin tê wateya ku wijdan jî tune bûye’. Em jî weke jinên êzidî tu carî ne fermanê ji bîr dikin û ne jî didin jibîrkirin. Ne di hesab xwestine de jibîrkirin, ne di israrkirina berxwedanê de jibîrkirin. Ev 10 sal in em wek jinên êzidî bi têkoşînê ji hêzên li gel çeteyên DAIŞ’ê di fermanê de cih girt hesab dixwazin. Heta ku sûcdar neyê darizandin em dev ji têkoşînê bernadin. Tevî ku 11 sal li ser fermanê re derbas bûne, hîn jî aqûbeta bi hezaran jin-zarok û mirovên me nayê zanîn. Ev berdewamiya qirkirina spî ye. Yê ku heta roja îro vê qirkirinê didomîne hikûmeta navendî ya Iraqê, PDK û dewleta Tirk in. Em weke jinên Êzidî tu caran xiyaneta ku PDK’ê di roja fermanê de li dijî civaka me kiriye ji bîr nakin. PDK ji bo jinên êzidî yê rizgar bûne derxîne welatê Ewropayê serî li her cûre rêbazên qirêj dide. Di siyaseta koçberkirin û valakirina êzidiyan ji Şengalê jî PDK’ê berpirsyar e. Heta niha jî nahêle civaka me vegere ser cih û warê xwe. Ev 10 sal in civaka me di van kampan de dîl girtiye û dike amûrê xiyanet û siyaseta xwe ya kirêt.”
 
Qirkirina fîzîkî 
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di şerê cîhanê yê sêyemîn de qirkirina fîzîkî û çandî li dijî jinê bi bîrdoziya mêr û zihniyeta dewlet-netewe didome û wiha hat domandin: “Avakirina hêzekî mîna çeteyên DAIŞ’ê berdewama vê zihniyet û rûyê herî tûnderew û hov a vê pergalê ye. Ji ber ku pergala kapîtalîst veguheriye pergalekî çeteyan şer û qirkirina li dijî jinê bênavber didomîne. Çeteyên DAIŞ’ê protoyê pergala mêr-dewletê bû. Li dewsa hilweşandina dewlet-neteweyan îro rejîmên çeteyan têne bicihkirin. Ji Talîban bigire heta Colanî îro bi awayekî eşkera û fermî çeteyên ku bi dijminahiya jinê sondxwarîne tînin ser desthilatê.”
 
Têkoşînê berfirehtir bikin
 
Sûham Şengalî, da zanîn ku îro ji her demê zêdetir pêwîstî pê heye ku jin eniya xwe ya têkoşînê berfirehtir bikin û wiha dawî bi daxuyaniyê anî: “Pêwîst em bi berfirehtirkirina eniya jin li hemberî pergala mêr û bîrdoziya wî, şerê hebûn, ewlehî û jiyana azad xurtir bimeşînin. Di sala 11’emîn a fermanê de em ê ji her demê pêhtir têkoşîna xwe, rêxistinî û parastina hebûna xwe kûrtir bikin. Bi perspektîfa Rêber Apo ku herî dawî ji me re şandî û dibêje; ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk bersiva 74 fermanan e’ bikin hîmê têkoşînê, azadiya xwe û civakê. Bi vê bîr û baweriyê em ê sala 11’emîn a fermanê de bi mezinkirina têkoşînê û bilindkirina berxwedana kolektîf a civakî bûyî li her derê dengê xwe bilind bikin.”
 
Her wiha di dawiya daxuyaniyê de bernameya kar û xebatên fermanê jî hat ragihandin. 
 
Li ser vî esasî bernameya TAJÊ ya çalakiyan wiha ne; 
 
Di 8’ê Tîrmehê wê TAJÊ daxuyaniyekî li ser esasê ‘ez jî dixwazim Rêber Apo bibînim’ bide. 
 
Di 14’ê Tîmehê wê bi beşdariya tevahî meclîs û saziyên jin li Serdeştê nameya Rêber Apo ji bo Jineolojiyê şandiye were nîqaş kirin. Dê niqaş di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de were meşandin.
 
20-21’ê Tîrmehê wê li ser fermanê semînerek li aliyê qiblet û yek ji aliyê şemal ve were li dar xistin.
 
Di 24’ê Tîrmehê de wê ji bo bîranîna şehîdên fermanê çalakiya bîranînê were lidarxistin.
 
Di 3’yê Tebaxê de wê bi pêşengiya TAJÊ û Rêveberiya Xweser ve meşekî girseyî were li dar xistin.