Bella Ahmad: Ji bo Başûrê Kurdistanê gavek girîng e

  • 09:04 11 Tîrmeh 2025
  • Rojane
Melek Avci
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bella Ahmad ya ji civaka Bordî Zhinanî a Azad e, pêvajo û bandora wê ya li Başûr nirxand û got: “Serkeftineke di riya aştiyê de bê guman wê ji bo Başûrê Kurdistanê jî erênî be. Niha divê bi yekitî û mutabakatê bersiva bangê bê dayîn, ji bo jiyaneke demokratîk divê em hemû li pêş asteniyên li hember pêvajoyê bisekinin.”
 
Bella Ahmad ya ji Civaka Bordî Zhinanî ya Azad ku ji endamên parlamentoya Kurdistanê pêk tê, derbarê pêvajoyê de axivî.
 
 
‘Derfetê bidin Birêz Ocalan aştî jî wê garantî be’
 
Bellah Ahmad daxuyakirin ku aştî pîroz e û wiha dirêjî dayê: “Banga aştî û aramiyê hêviya gel e û ev nefreteke li dijî şer e. Derfet bidin peyama Birêz Ocalan yanî li gorî astên siyasî û hiqûqî tevbigerin wê aştî jî bibe garantî. Gelê Kurd 40 sal in têkoşîna aştî û hebûnê dide. Dayikên şehîdan şînê digirin û desthilatdarî jî bê deng dimîne. Gelo napirsin ku ev xwîna zarokên vî welatî wê kengê bê rawestandin.”
 
‘Dema êdî bes e ye’
 
Bella Ahmad daxuyakirin ku piştgiriya ji bo bangê girîng e û wiha bi lêv kir. “Banga ji bo aştiyê girîng e lê divê bersiva vê bê dayîn. Ya herî girîng ev cidiyeta bangê ye. Li Tirkiyeyê mijara aştiyê demek dirêj e di rojevê de ye. Di niyeta xwe de dirust bibûna wê ev şer ji zûde bihata çareseririn. Niha dem dema êdî bes e ye.”
 
‘Aştiyek bi rûmet bi diyalogê pêkan e’
 
Bella Ahmad anî ziman ku ji bo aştiyê hewldan girîng in û wiha bi pê de çû: “Divê ji şer ders bên derxistin û divê dest bi tecrubeyên aştiyê bê kirin. Aştiyek bi rûmet bi diyalogê pêkan e. Hewldanên ji bo aştiyê girîng in.”
 
Bella Ahmad her wiha balkişand ser bandora pêvajoyê ya li ser Başûêr Kurdistanê jî û wiha anî ziman: “Divê şer bidawî be, pevçûn bidawî bin. Ji bo aştiyê divê qanûn pêk bên û mafê Kurdan yê welatîbûna wekhev di destûra bingehîn ya nû de cih bigire. Divê mafê azadiyê di qanûnan de cih bigirin. Aştiya di riya aştiyê de ava dibe wê bêguman ji bo Başûrê Kurdistanê jî qonaxek girîng be. Divê aliyên têkildar girêdayê çareseriya siyasî, hiqûqî û riyên aştiyane bin.”
 
‘Aştî û tifaqa hewcedariya demê ye’
 
Bella Ahmad wiha dawî lê anî: “Niha divê bi yekitî û mutabakatê bersiva bangê bê dayîn, ji bo jiyaneke demokratîk divê em hemû li pêş asteniyên li hember pêvajoyê bisekinin. Ji ber vê peyam û gavên heyî derfetên dîrokî ne. Kongreya PKK’ê kongreyek taybet bû û di demek ku hewcedarî pêk hebû de pêk hat. Divê hemû alî girêdayê encam û biryarên kongreyê bin. Biryarên kongreyê wê pêvajoyê hîn leztir bike.”