
Nûnerên partiyan ji bo komîsyonê li hev civiyan
- 12:21 18 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş û nûnerên partiyên siyasî ji bo komîsyona tê plankirin li Meclisê bê avakirin, li hev civiyan.
Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş û nûnerên partiyên siyasî ji bo komîsyoneke ku tê plankirin di çarçoveya “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dewam dike de bê avakirin, li hev civiyan. Nûnerên partiyan tev li civîna ku li parlamentoyê hate lidarxistin bûn.
Cîgira Serokê Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Serokê Koma CHP’ê Mûrat Îmîr, Serokê Koma ÎYÎ Partî Mûrat Kavûncû, parlamenterê Partiya Yenî Yolê Mehmet Emîn Ekmen û Serokwekîlê Koma MHPê Erkan Akçay tev li bûn. Her wiha Serokên Koma AKPê jî beşdarî civînê bûn.
Di civîna navborî de gelek mijarên wek; gelo dê komîsyon bi qanûnan an jî bi însîyatîfa Nûman Kûrtûlmûş bê rêvebirin, hejmara endaman û rêgezên xebatên wê zelal bibin.
Çima komîsyon tê avakirin?
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir, PKKê jî kongreyek pêk anî û biryara danîna çekan da. Di vê çarçoveyê de, ji bo komîsyona li parlamentoyê bê avakirin, cîgirên serokên komê yên partiyan bi serokê meclisê Nûman Kûrtûlmûş re rûniştin. Di civîna 24'ê Hezîranê ya li Meclîsê de cîgirên serokên koma AKP, MHP, DEM, CHP, Partiya ÎYÎ û Partiya Yenî Yolê amade bûn. Hevdîtin bi qasî 2,5 saetan dewam kir. Di hevdîtinê de ji bilî Partiya ÎYÎ hemû partî li ser avakirina komîsyonê lihevkirin. Nûman Kûrtûlmûş daxwaz ji aliyan kir ku têkildarî komîsyonê pêşnûmeyekê pêşkêş bikin. DEM Partiyê di 1’ê Tîrmehê de pêşnûmeya komîsyonê pêşkêşî Nûman Kûrtûlmûş kir. Piştre CHP, Partiya Rêya Nû û hem AKP û MHP'ê jî pêşnûmeyên xwe yên têkildarî komîsyonê pêşkêşî Kûrtûlmûş kirin. DEM Partî, CHP û Partiya Yenî Yolê xwest ku komîsyon bi qanûnî bê avakirin.