Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin

  • 15:38 18 Tîrmeh 2025
  • Rojane
STENBOL - Malbat û vasîsê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, ji bo daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. 
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê ya bi ewlekariya bilind tê ragirtin. Birayê wî Mehmet Ocalan û vasîsê wî Mazlûm Dînç, ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Muduriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Salîha Saltik, birayê Ergîn Atabey Erol Atabey, birayê Zekî Bayhan Mûstafa Bayhan û birayê Mahmût Yamalak Selahattîn Yamalak jî serlêdana hevdîtinê kirin.
 
Abdullah Ocalan herî dawî di çarçoveya ziyareta malbatê de di 7'ê Tîrmehê de bi birayê xwe Mehmet Ocalan û vasîsê xwe Mazlûm Dînç re hevdîtin pêk anî. Di çarçoveya serdanên malbatan de kesên din ên li Îmraliyê Omer Hayrı Konar, Veysî Aktaş, Ergîn Atabey, Zekî Bayhan û Mahmût Yamalak jî di 7’ê Tîrmehê de bi malbatên xwe re hevdîtin pêk anîn.