
Fermana 74'an manşeta Kovara Jin e
- 12:11 3 Tebax 2025
- Rojane
HABERLERDEN SONRA GİRELİMMMMMMMMMM
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 127emîn a Kovara Jin bi manşeta "Ji Fermanê heta Avakirinê: Jinên Êzidî û Xweparastin" hate weşandin.
Di hejmara xwe ya 127emîn de, Kovara Jin li ser qirkirin û xweparastinê ya ku jinên Êzidî jiyane, bi taybetî li ser Fermana Şengalê ya 2014'an û heta roja îro, disekine.
Feleknas Uca di gotara xwe ya "Cihê Melekê Tawis Niha Azadtir e" de pêvajoya rizgariya Şengalê bi rêya girêdana di navbera baweriya Êzidî û cihê wê de dinirxîne. Ew têkiliya di navbera bawerî, bîr û berxwedana civakî de di çarçoveyek siyasî de vedibêje.
Aysel Awesta di gotara xwe ya "Keçên Şingalê: Jin di Dilê Gel de ne" de hem barê şer û hem jî rola jinên Êzidî wekî mijarên berxwedanê nîqaş dike û vê jî bi bikaranîn mînakên mîtolojîk vedibêje.
Rojbîn Denîz di gotara xwe ya bi navê "Jinên Êzîdî, Ferman û Lêgerîna Rastîyê" de berdewamiya komkujiyên ku jinên Êzîdî di seranserê dîrokê de kişandine û lêgerîna rastiyê ya ku di nav vê berdewamiya dîrokî de derdikeve holê, vedibêje.
Oya Açan di gotara xwe ya bi navê "Laşê Kuştî, Hêviyên têkçûyî, Keda hatiye dizîn" de çewisandina ku jin pê re rû bi rû dimînin analîz dike. Ew polîtîkayên ku bi rêya laşê jinê têne pêkanîn, bi balkişandina ser tundiya zayendî , zextên aborî û bêqîmetkirina di nava civakê de a jinan vedikole .
Ezgî Sîla Demîr di gotara xwe ya bi navê "Ji Êşê Wêdetir: Zimanê Aştiyê yê Jinan" de li ser zimanê aştiyê ku jin dafrînin vedibêje.
Dîlan Kahraman di gotara xwe ya bi navê "Qadeke Cam: Şoreşa Jinên Rojava Li Dijî Femînîzma Hollywoodê" de temsîliyeta berxwedana jinan di çanda populer de bi rêya rizgariya jinan a li Rojava hatî teşekirin dide ber hev.