Rojnameger Hêro Behadîn li ser gora xwe hate bîranîn

  • 15:31 21 Tebax 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Hêro Behadîn li gora xwe ya li Goristana Qeretoxan ya li Silêmaniyê ji aliyê hevrê û hevpîşeyên xwe ve hate bîranîn û soza şopandina rêya cangoriyan hate dubarekirin.
 
Bi boneya nêzbûna salvegera qetilkirina Rojnamevan Hêro Behadîn ku di 23’yê Tebaxa 2024’an de li sînorê bajarokê Seyîdsadiq ya li sînorê parêzgeha Silêmaniyê di êrişa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabû, hevrêyên şehîd û rojnamevanên ragihandina azad serdana goristana şehîd ya li Goristana Qeretoxan ya li bajarê Silêmaniyê kirin.
 
Merasîm bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê cangoriyan destpê kir. Piştre Rojnamevan Sînor Rehman axaftinek kir û got: “Gelê Kurd bi dirêjahiya dîrokê di têkoşîna azadî û demokrasiyê de kariye aştiyek bi rûmet bi dest bixe. Di dîroka çapemeniya gelê Kurd de, bi taybetî çapemeniya azad ku beşek girîng ji têkoşîna azadiya gelê Kurd bûye, ji bo vê yekê bi sedan şehîd daye. Gulistan Tara û Hêro Behadîn jî yek ji wan bûn ku wek jinên pêşengên azad bûn hedefa dagirkeran. 23’yê Tebaxê dibe salek ku her du hevalên jin di rêja ragihandina heqîqetê de şehîd bûn. Lê bi ked û xwîna azadîxwazan gelê Kurd gihiştiye vê qonaxê aştiyê, digihije serkeftinê.”
 
Endamê Komîteya Azadiya Ji bo Abdullah Ocalan Newroz Fazil jî gotarek pêşkêş kir û wiha anî ziman: “Şehîd Gulistan û Şehîd Hêro ji bo karekî exlaqî û xizmeta ji netew û gelê xwe re ku kare rojnamevaniyê ye, şehîd bûn. Ji ber ku rojnamegerî pênaseya beşek ji şoreşê ye û têkoşîn jî ew e ku rastiyê ji tevahiya cîhanê re bigihîne. Ez gelek kêfxweş im ku dibînim heval û hevrêyên şehîd leheng bi dilsozî û hêza herî mezin li ser goristana wî radiwestin û soza xwe ji bo şopandin û berdewamiya rêya wî nû dikin.”
 
Newroz Fazil di dewama axaftina xwe de wiha peyivî: “Şehîd Hêro ji bo têkoşîn û hewldana ji bo paradîgmaya nû ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî mirovahiyê kirî û di vê dibistanê de ku ragihandina azad û têkoşînek rewşenbîrî ye, jiyana xwe fedayî azadî û mirovahiyê kir. Her du hevalên şehîd bi destê dagirkeran û kirêgirtiyên navxweyî hatin şehîdxistin û tevlî karwanê şehîdan bûn. Lê têkoşîna wan ezmûn û xizmetek mezintir e ji bo heval û hevrêyên wan û çavkaniya moral û hêzê ye.”