Banga berdana Nanaxanim Babazade hat kirin

  • 15:52 26 Tebax 2025
  • Rojane
STENBOL - Înîsiyatîfa Azadî ji Nanayê re, xwest ku Nanaxanim Babanzade ku tê xwestin were dersînorkirin, were berdan. 
 
Înîsiyatîfa Azadî ji Nanayê re, têkildarî xwendekara lîsansa bilind a Zanîngeha Stenbolê Nanaxanim Babazade ku ji bo dersînorkirinê hatibû binçavkirin û birine Navenda Paşveşandinê ya Arnavutkoyê, daxuyanî da. Daxuyanî li Şaxa ÎHD’a Stenbolê hate dayin. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî zext, tundî, binpêkirinên mafan em bi Nanayê re ne’ Nanayê serbest berdin” hate hilgirtin. Wekîlên DEM Partiyê Ozgul Sakî û Kezban Konukçu, parêzerê Nanaxanim Babazadeyê Ahmet Baran Çelîk û gelek kes tev li bûn. Endama înîsiyatîfê Maral Çolekoglû daxuyanî xwend. 
 
Maral Çolekoglû, da zanîn ku Nanaxanim Babazade di 21’ê Tebaxê de hate binçavkirin, ji ewil birin Arnavutkoyê û piştre jî birine Navenda Paşveşandinê ya Çatalcayê û got: “Sedema binçavkirina Nanayê ew e ku serî li ber zextê netewand. Nabe ku kesek ji ber azadiya xweîfadekirinê bi kar aniye were dersînorkirin. Li GGM'ê sepanên dermirovî li Nanayê hatine kirin.” 
  
Maral Çolekoglû, xwest ku kirariya dersînorkirinê ya der heqê Nanaxanim Babazadeyê de were sekinandin, were berdan û ewlehiya wê were parastin. Her wiha hat xwestin ku bikare mafê xwe yê hevdîtina bi parêzeran re, mafê hîjyenê û xizmetên tenduristiyê bi kar bîne. Di berdewamê de ev daxwaz hatin kirin: “Ji bo serlêdana parastina navneteweyî divê pêvajoya pêwîst bê cîbicîkirin. Em bang li Serokatiya Îdareya Koçê û hemû saziyên têkildar dikin ku qeydên hiqûqa navxweyî û navneteweyî cîbicî bikin. Li ser jiyana Nanayê xetere heye. Divê tavilê were berdan û jiyana wê were parastin.” 
  
Xwendekar Metehan Kamaoglû jî got ku dema Nana di 6’ê Tebaxê de çûyî Îdareya Koçberiyê, sîxûrtî jê re hatiye teklîfkirin û dema redkirî jî gef lê htaiye xwarin. Wekîla DEM Partiyê Ozgul Sakî jî got: “GGM veguherîne navendên îşkencexaneyan.”