
‘Hikûmeta Şamê 95 Durzî qetil kir’
- 18:00 28 Tebax 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - SOHR’ê diyar kir ku hêzên hikûmeta demkî ya Şamê 95 Durziyan ku di nava wan de 12 jin jî hebûn, bi awayekî komî qetil kir.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku 12 jê jin 95 Durzî ji aliyê hêzên girêdayî hikumeta Şamê ve li meydanan hatin qetilkirin.
Li gorî SOHR’ê, bi vê yekê hejmara kuştiyên bûyerên li Siwêdayê ku di 13’yê Tîrmehê de dest pê kirine, bû hezar 490. Piraniya wan Durzî ne, ji wan 765 kes li qadan hatin qetilkirin.
Bîlanço bi vî rengî ye:
725 şêniyên Siwêdayê ku piraniya wan durzî ne hatin qetilkirin. Ji vê hejmarê re di nav de 21 zarok û 57 jin, bi giştî 167 sivîl li meydanan hatin qetilkirin.
Di nav de 40 ji şêniyên eşîrên bedewî, çekdarekî Lubnanî, 477 endamên wezareta parastinê û ewlehiya giştî hatin kuştin.
15 endamên wezaretên parastinê û hundirîn di êrîşên Îsraîlê de hatin kuştin.
Di bombebarana Îsraîlê ya li dijî avahiya wezareta parastinê ya hikumta Şamê de yek jê jin du kesên nenas hatin kuştin.
Di şerê li Siwêdayê de 2 rojnamevan hatin kuştin.