'Aştiya li Rojhilata Navîn bi çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e'

  • 09:04 8 Îlon 2025
  • Rojane
Derya Ren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevberdevka MSD'ê ya Misirê Leyla Sîwar der barê banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştî vê bandora wê ya li Misirê nirxand û got: “Gelek kesên li vir dijîn û Abdullah Ocalan dixwînin, dibêjin ku ev bang wê aştiyê bîne ji gelên Rojhilata Navîn re. Aştiya li Rojhilata Navîn bi çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e.”
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘aştî û civaka demokratîk’ kir û piştî vê li Kurdistan û Tirkiyeyê hewayek erênî afirî û ligel vê li Rojhilata Navîn jî hêviyên ji bo aştiyê zêde bûn. Yek ji van welatan Misir e û gelên wê bawer dikin ku wê banga aştiyê ji Rojhilata Navîn re bîne.
 
Hevberdevka Meclîsên Demokratîk a Sûriyeyê (MSD) ya Misirê Leyla Sîwar der barê bangê de û li Misirê pêvajo çawa hatiye pêşwazîkirin ji JINNEWS’ê re nirxand.
 
Li Misirê têkoşîna jinan
 
Leyla Sîwar da zanîn ku li her welat û erdnîgariyê têkoşîna jinan di qonaxên cuda de ne û li gorî civak û terza jiyanê jî ev diguhere. Leyla Sîwar wiha dirêjî dayê: “Jinên Misirê û jinên Kurd ji hev pir cuda ne. Li Misirê jinan hinek maf bidest xistine. Li saziyan ji bo jinan hinek maf hatine nasîn lê di alî pêkanîna van de hinek kêmasî hene. Naskirina nasnameya jinê heye, lê jinên Kurd hîna têkoşîna nasnameyê didin. Li aliyê din jî jinên Misirê dikarin zarokên xwe li ser nasnameya xwe qeyd bikin lê hîna gelek maf jî nehatine nasîn. Di nokteya rêveberiya welat de jî asteke ku jin hatinê heye.”
 
‘Têkoşîna jinan yek e’
 
Leyla Sîwar bi lêv kir ku kodên civakî hîna hene û wiha pê de çû: “Li Misirê jin ji bo zîhniyeta serdest a mêr biguherin têdikoşin. Li Misirê em nikarin bêjin jinan azadiya xwe bi dest xistine lê serkeftinek wan heye. Rastiyek wisa heye têkoşîna jinan yek e. Em dikarin tecrubeyên xwe mezin bikin û pêş bixînin.”
 
‘Jinên Misirê di siyasetê de cih digirin’
 
Leyla Sîwar wiha dirêjî dayê: “Li Misirê jinan di her qadê de saziyên xwe ava kirine. Vê jî bandorek mezin li têkoşînê kiriye. Di saziyên dewletê de cihekî jinan heye. Berê jinan nikaribû di siyasetê de cih bigirin. Lê niha em dinêrin jin di siyasetê de cih digirin û gotina xwe dibêjin. Bêguman ev  têr nake ev destpêkek e. Hîna di mijara demokrasiyê de gelek kêmasî hene.”
 
Bandora Tirkiyeyê ya li ser Misirê
 
Leyla Sîwar balkişand ser banga ‘aştî û civaka demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora wê ya li Misirê. Leyla Sîwar ev nirxandin kir: “Ger li Tirkiyeyê hawira aştiyê û demokrasiyê hebe wê bandor li Rojhiata Navîn jî bibe. Tecrubeya Misirê ya bi Tirkiyeyê re bi êş e. Tirkiye tevli  karê hundir ê welatên Ereb bû. Tirkiyeyê li Misirê piştgirî da Birayên Misliman û li welat êşên mezin hatin jiyîn. Banga ku Birêz Ocalan kiriye, ji aliyê gelên Misirê ve demorkatîk tê dîtin. Tînin ziman ku jib o Rojhilata Navîn hewce bi bangek wisa heye. Gelek kesên li vir dijîn û Abdullah Ocalan dixwînin, dibêjin ku ev bang wê aştiyê bîne ji gelên Rojhilata Navîn re. Aştiya li Rojhilata Navîn bi çareseriya pirsgirêka Kurd pêkan e. Projeya Abdullah Ocalan ji gelan dibe hêvî.”