
Şewata daristanê ya li Şemzînanê dewam dike
- 12:01 8 Îlon 2025
- Ekolojî
COLEMÊRG - Şewata daristanê ya li gundê Derya ya Şemzînanê dewam dike.
Şewata daristanê ku duh sibê li gundê Derya yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest pê kir, berdewam dike.
Piştî ku niştecihên bajêr agahî dan, ekîbên ji Rêveberiya Daristanan a Bajêr û ekîbên ji şaredariyên Şemzînan û Geverê şandin herêmê. Hate ragihandin ku agir gefê li deverên niştecihbûnê dixwe.
Ji bilî agirkujiya li erdê, helîkopter jî ji bo vemirandina agir ji hewayê dixebitin.