
Însiyatîfa Jinan: Ji bo azadiya Abdullah Ocalan têkoşînê mezin bikin
- 12:57 9 Îlon 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Jinan a Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan diyar kir ku berdewama ragirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan astengkirina her çareseriyên siyasî ye û got, dê ji bo azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna hevpar mezin bikin.
Însiyatîfa Jinan a Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek li pêşiya navenda Kongra Star a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê da. Daxuyanî bi amadebûna endamên însiyatîfê, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, ji aliyê endama însiyatîfê Nesrîn Mihemed ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em jinên li Helebê di çarçoveya kampanyaya 'Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim' de me name nivîsandin. Name baweriya me bi banga wî ya aştiyê ya ku di 27’ê Sibata 2025’an de kirin, îfade dike. Rêbertî banga bidawîanîna şerê çekdarî û avakirina civakeke demokratîk a li ser bingehên edalet û beşdariya siyasî ya aştiyane dike."
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku banga Aştî û Civaka Demokratîk gavek sembolîk nîn bû, lê belê însiyatîfeke siyasî ya berpirsyar bû ku hewl dide dawî li serdema şer û wêraniyê bîne û deriyê diyalogan û jiyana hevbeş a di navbera gelên Rojhilata Navîn de veke.
Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku "Rêber Abdullah Ocalan bi rêbaz û stratejiya xwe ya ku xwe dispêre çareseriya demokratîk hîna bi di vê bangê de bi israr e, lê dewleta Tirk bi cidiyet nêzî bangê nabe, siyasetên paşdexistin, tecrdîa siyasî û qanûnî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ferz dikiriye didomîne. Siyasetên dewleta Tirk li dijî pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan e."
Di daxuyaniyê îşaret bi vê yekê hat kirin ku hikumeta Tirk banga Abdullah Ocalan wekî gefeke rasterast li ser pêvajoya aştiyê dibîne û wiha hat domandin "Em qebûl nakin ku dosyaya aştiyê bibe kazexek mûzakereyan û Rêbertî yên xwediyê vê bangê ye were dûrxistin. "
Di daxuyaniyê de hate gotin, eger dewleta Tirk siyastên xwe bi vî rengî berdewam bikin, dê kampanyaya xwe ya bidaxwaza azadiya wî û azadiya girtiyên siyasî berdewam bikin, dê biçin saziyên hiqûqî, parlamenterên Ewropî da ku hesab ji Enqereyê were pirsîn, her wiha dê têkoşîna hevpar a jinan a li dijî paşguhkirin mezin bikin .
Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî, Yekitiy Ewropa û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku erkên xwe bi cih bînin, piştgiriyê bidin pêvajoya aştiyê û zextê li Tirkiye bikin da ku siyasetên xwe yên paşdexistin û paşguhkirinê bi dawî bike. Hate gotin, berdewama ragirtina Rêber Abdullah Ocalan êdî binpêkirina mafên wî nîn, lê ji vê zêdetir astengkirina her çareseriyên siyasî ne.