Platforma Ked û Demokrasiyê: Ev ne qeza ye, qetlîam e
- 18:49 10 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî şewata Dîlovasiyê daxuyanî da. Platformê diyar kir kesên ku dixebitîn bêsigorta bûn û got: “Divê pergala desthilatdar were guherandin.”
Li navçeya Dîlovasi ya Kocaeliyê di 8ê Mijdarê de li kargehekî ya Reviva Kozmetikê parfumê de teqînek çêbibû, 2 jê zarok 6 karker jiyana xwe dest dabûn. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê têkildarî şewatê li pêşiya AZC Plazaya Semta Ofîsa Amedê daxuyanî da. Sazî û dehgehên karkeran, rêxistina DEM Partî û DBPê ya Amedê, KESK, DÎSK, Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Girse dirûşmeyê “Jin Jiyan Azadî” berz kir. Daxuyanî ji aliyê Hevberdevka Platformê Guneş Ozel ve hat xwendin. Li vir ewilî li ser navê TJAyê Hulya Alokmen axivî.
‘Ji seri heta binî rayedar sûcdar in ’
Hulya Alokmen diyar kir ku ew dîsa ji bo qetlîamekî li vir in û got ”Wekî hûn dizanin 25ê Mijdarê “Roja Têkoşîna Li Dijî Şideta Li Ser Jinan” em wekî TJAyê ji bo jinan em ê li qadan bin. Em dizanin ev ne kuştinekî rezê ye. Di serî hate binî rayedar sûcdar in. Em ê vê bûyerê bişopînin. Heta ku dawî ye em û rêxistina xwe berdewam bikin.”
‘Ev ne qeza ye, qetlîam e’
Guneş Ozel diyar kir ku teqîn ne qeza ye qetlîam e û wiha axivî: “Di 8ê Mijdarê de Dîlovasiyê teqînek çebibû û di encama wê de 2 jê zarok 6 kes jiyana xwe dest dabû. Gelek caran giliyê kargeha parfumê hatibû kirin lê saziyên dewletê tu tişt nekirin. Di wê depoyê de zarok dihatin xebitandin. Li wir teqînek çêbû. Ev ne qeza ye, qetlîam e.”
‘Divê êdî ev pergal werê guherandin’
Guneş Ozel destnîşan kir ku li gorî agahiyan kesên li wir dixebitiyan bêsigorta bûn û axaftina xwe wiha dawî kir: “Li têkoşîna xizaniyê peywîra desthilatdariyê ye. Lê desthilatdariya AKPê xizaniyê ji bo berjewendiya xwe kar tîne. Karker dişînin mirin e. Ev 23 sal e desthilatdariya AKPê politîkayên dijî kedê dimeşîne. Em wekî Platforma Ked û Demokrasiyê dibêjin ku tiştê ku niha pêk tê koletiyê. Divê êdî ev pergal werê guherandin. Jiyanek hevpar were avakirin.”







