TJA li Rihayê bi jinan re hat gel hev

  • 18:51 10 Mijdar 2025
  • Rojane
RIHA – Di çarçoveya çalakiyên xwe yên 25’ê Mijdarê de, TJA li navçeyên cuda yên Rihayê bi jinan re civiya da ku li ser cureyên şîdeta li dijî jinan, çareserî û rêxistinkirina komunan bi jinan re nîqaş bike.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 25’ê Mijdarê, Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, li navçeyên Rihayê bi jinan re hevdîtinan didomîne.
 
TJA ji bo xurtkirina rêxistinên jinan û berfirehkirina têkoşîna hevpar a li dijî şîdetê civînên xwe didomîne. Îro, çalakvanên TJA’yê li navçeyên Curnê Reş, Hewag  û Pirsus  bi jinan re civiyan, li ser cureyên şîdeta li dijî jinan, çareserî û çawaniya avakirina komunan a ji bo têkoşîna li dijî şîdetê nîqaş kirin.
 
Di civînan de, hate tekez kirin ku divê jin torên hevgirtinê berfireh bikin û li ser asta herêmî xeteke têkoşîna hevpar ava bikin.