'Delîlên sûcdariyên li dij Komeleya Rosayê tune ne'
- 11:20 14 Ekim 2026
- Hiqûq
AMED - Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya derbarê serlêdana Adalet Kaya, seroka wê demê ya Komeleya Jinan a Rosayê, ku di operasyona li dijî komeleyê de hatibû girtin, eşkere kir. Biryar tekez dike ku çalakî di çarçoveya azadiya raman û rêxistinbûnê de ne û Tirkiyeyê mecbûr dike ku tazmînatê bide.
Di 22'yê Gulana 2020'î de, li Amedê di operasyoneke li dijî Komeleya Jinan a Rosayê de 18 kes hatin binçavkirin. Di nav wan de rêveber û endamên komeleyê, çalakvanên Tevgera Jinên Azad (TJA) û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hebûn. Di nav neh jinên ku paşê hatin girtin de, seroka wê demê ya Komeleya Jinan a Rosayê, Adalet Kaya jî hebû. Adalet Kaya, ku niha parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ye, ji bo binçavkirin û girtina xwe serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. DMME'yê niha li ser serlêdanê biryar daye.
Ji Tirkiyeyê hatiye xwestin ku tazmînatê bide
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryara xwe ya derbarê serlêdana Adalet Kaya, seroka wê demê ya Komeleya Jinan a Rosayê, ku di operasyona li dijî komeleyê de hatibû girtin, eşkere kir. Biryar tekez dike ku çalakî di çarçoveya azadiya raman û rêxistinbûnê de ne û Tirkiyeyê mecbûr dike ku tazmînatê bide.







