Li Peyasê Roja Cil û Bergên Kurdî bi çalakiyeke taybet hat pîrozkirin
- 15:31 10 Adar 2026
- Çand û Huner
AMED - Li Peyasê, Roja Cil û Bergên Kurdî ya ku her sal di 10'ê Adarê de tê pîrozkirin, bi çalakiyeke taybet hate pîroz kirin. Ev roj ji bo zindîkirin û parastina cil û bergên kurdî yên ku wekî yek ji sembolên girîng ên çanda kurdewarî tê qebûlkirin.
Di çarçoveya vê rojê de, mamosteyên Malên Perwerdehiyê yên di bin banê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de dixebitin, bi cil û bergên kurdî xwe xemilandin û derketin pêşberî xwendekarên xwe, da ku balê bikişînin ser girîngiya vê rojê.
Armanca vê çalakiyê ew bû ku xwendekar li ser girîngiya vê rojê bi cil û bergên kurdî û rola wan di parastina nasname û çanda kurdî de bibînin. Mamosteyan di polan de ji xwendekaran re diyar kir ku Roja Cil û Bergên Kurdî her sal di 10ê Adarê de tê pîrozkirin û ev roj wekî derfeteke girîng tê dîtin ji bo zindîgirtina çanda kurdewarî.
Mamosteyên ku beşdarî çalakiyê bûn, diyar kirin ku bi van cûre çalakiyan hem ji bo naskirina çanda kurdî hem jî ji bo ragihandina wê ji nifşên nû re girîng e. Û gotin armanca wan ew e da ku xwendekar çand û kevneşopiyên xwe zêdetir nas bikin û biparêzin.







