Xwendekar hînî çandiniyê bûn

  • 15:58 10 Adar 2026
  • Ekolojî
AMED - Xwendekarên Fakulteya Çandiniyê li Nev Bexçeyê bi awayekî Pratîkî Hînê Çandiniya Tovan bûn
 
Xwendekarên Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Dîcleyê bi çandina tovên herêmî li Nev Bexçeyê, ku bi Rêveberiya şaredariya Yenîşehirê ya Xizmetên Gundewarî ve girêdayî ye, bi awayekî rasterast hilberîna çandiniyê tecrûbe kirin û li ser çandiniya domdar hatin haydarkirin.
 
Hevşaredarên Yenîşehira Amedê Safiye Akdax û Mehmet Ergün, ligel endamên meclîsa şaredariyê, bi xwendekaran re serdana seraya Nev Bexçeyê kirin.
 
Xwendekar bi nebatên ku di serayê  de têne çandin hatin nasandin û di derbarê pêvajoya hilberînê de agahî ji wan re hatin dayîn.
 
Piştre, xwendekar, digel hevşaredaran, qonaxa yekem a hilberîna şitlan bi çandina tovên îsotên herêmî di tepsiyên serayê de bi awayekî pratîkî pêk anîn.
 
Piştî pêvajoya çandiniyê, tov hatin avdan da ku  şîn bibin.
 
Bi rêya vê çalakiyê, endezyarên çandiniyê yên siberojê zanîna xwe ya teorîk xurt kirin û bi çavdêriya qonaxên destpêkê yên hilberînê ji destpêkê ve cerebeya pratîkî bi dest xistin.
 
Armanc her wiha ew bû ku endezyarên çandiniyê yên siberojê bi tevahiya pêvajoyê, ji tov heta hilberînê, werin aşnakirin, ezmûna pratîkî ji wan re were peydakirin û hişmendiya wan a li ser çandiniya domdar zêde bibe.