Hejmara Îlonê ya Newaya Jin derket

  • 10:00 1 Îlon 2026
  • Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha Îlonê ya rojnameya Newaya Jin bi naverokeke dewlemend ku ji nîqaşên azadiya jinê û civaka demokratîk, geşedanên li Rojavayê, jineolojî û polîtîkayên şerê taybet pêk tê, gihîşt ber destê xwînerên xwe.
 
Hejmara meha Îlonê ya rojnameya Newaya Jin bi manşeta “Azadî wê di rêya ku wan li pey xwe hiştiye de pêk were” derket. Di vê hejmarê de mijarên wekî taziyeya ku ji bo şehîdên dawî tên danîn, azadiya jinê, civaka demokratîk, geşedanên li Rojavayê, jineolojî, xweza û polîtîkayên şerê taybet hatine destgirtin.
 
Raperîn Munzur di nivîsa xwe ya bi sernavê “Qanûna bingehîn, ango qanûna çerçoveyê?” de Qanûna Çarçoveyê û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku li Tirkiyeyê bûye rojev, nirxand. Raperîn Munzur, diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê rêxistinkirinên nû yên hiqûqî şart in.
 
Rojbîn Denîz jî di nivîsa bi sernavê “Di hevkêşeya Rojavayê de entegrasyon” de geşedanên li herêmê, bi taybetî têkoşîna jinan û avabûna civakî ya nû nirxand.
 
Di rojnameyê de cih ji bo nirxandinên Rêber Apo yên ku ji analîzên 24’ê Îlona 1993’yan hatine hilbijartin, hat dayîn. Di vê rûpelê de behsa naskirin û xwe azadkirina mirov hat kirin.
 
Gulê Şehmuz di nivîsa xwe ya “Wekî şêwazê jiyana dîrokî: Komûn” de dîroka jiyana komûnal û girîngiya wê ya îro girt dest.
 
Hevpeyvîna ku rojnamevan Nezahat Dogan bi endama Koordînasyona PAJK’ê Evîndar Ararat re pêk anî bû di vê hejmarê de wekî yek ji sernavên sereke derket pêş. Di vê hevpeyvînê de li ser mijarên wekî geşedanên Rojhilata Navîn, civaka demokratîk û ferdê azad axaftin hatin kirin.
 
Pelşîn Tolhildan jî di nivîsa xwe ya bi sernavê "Hêza çareseriyê afirandina polîtîkaya azadiyê ye" de rola jinan a di siyaset û rêxistinkirinê de nirxand û destnîşan kir ku divê jin di qadên jiyana xwe de bibin xwedî gotin.
 
Di hevpeyvîna bi sernavê “Têkoşîna li dijî ‘Şerê Taybet’: Platforma Şiyar Be!” de xebatên li dijî rêbazên şerê taybet hatin vegotin. Parêzer Gulşen Demîr, têkoşîna li hemberî madeyên hişbir, fihûş û rêbazên din yên şerê taybet nirxand û girîngiya zanebûn û rêxistinkirina jinan anî ziman.
 
Suna Tunç di nivîsa xwe ya bi sernavê “Başûrê Kurdistan: Ger ez ji te veqetim, ma divê ez bimirim?” de tundiya li ser jinan nirxand. Suna Tunç, diyar kir ku têkiliyên kontrolker jiyana jinan bisînor dikin û bala mirovan kişand ser girîngiya biryardana jinan a li ser jiyana xwe.
 
Azê Botan jî di nivîsa xwe de têkiliya di navbera çand, nasname û civaka demokratîk de girt dest û diyar kir ku xurtkirina rêxistinbûna civakî wê ji bo hilberîna çandî û hunerî derfetên nû biafirîne.
 
Fidan Yildirim di nivîsa bi sernavê “Jiyaneke ku di rêya têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya mirovan de hat fedakirin: Susana Trimarco” de têkoşîna Susana Trimarco ya ji Arjantînê vegot. Fîdan Yildirim, destnîşan kir ku Trimarco di dema lêgerîna keça xwe ya winda de bal kişandiye ser pirsgirêkên bazirganiya mirovan û îstismara zayendî.
 
Menekşe Kizildere jî di nivîsa xwe ya bi sernavê “Daristan a kê ye” de guherîna avhewayê û şewata daristanan anî rojevê. Menekşe Kizildere, diyar kir ku hişkesalî û germbûn xetereya şewatê zêde dike û rol û têkoşîna jin û ciwanan a di parastina xwezayê de bi bîr xist.
 
Berfîn Guneş di nivîsa xwe ya bi sernavê “Rêçên lêgerîna ku ji rastiya jinê dirêjî civakîbûnê dibe” de xebatên jineolojiyê yên li Ewropayê nirxandin. Berfîn Guneş, girîngiya lêkolînkirina dîrok û têkiliyên civakî ji aliyê jinan ve rave kir û destnîşan kir ku divê mijarên wekî laş, malbat, evîn, ked, xweza, koçberî û nasname bi hev ve girêdayî bê destgirtin.
 
Hejmara meha Îlonê ya Newaya Jin di serî de azadiya jinê, cih dide mijarên wek siyaset, civak, xweza, çand û dîrokê.
 
Hûn dikarin li ser navnîşana newayajin.net xwe bigihînin temamiya rojnameyê.