Koka dîrokî ya şerê taybet (6)

  • 09:06 20 Hezîran 2026
  • Dosya
Siyaseteke sedsalî: Armanc bênasnamekirina Gelê Kurd e
 
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan 
 
AMED - Ji damezrandina Komarê ve, polîtîkayên zilm, bişaftin û kontrolkirinê li ser Gelê Kurd bi rêbazên cûrbecûr hatine meşandin. Armanc li Kurdistanê ew bû ku bi rêya darbeyan, tayînkirina qeyûman û mûdaxaleyên cûrbecûr rêxistina civakî ji holê were rakirin û bi rêya polîtîkayên înkar û bişaftinê nasnameya kurd qels bıbe.
 
Polîtîkayên zext, kontrol û bişaftinê yên ku ji damezrandina Komarê ve li dijî Gelê Kurd hatine pêşxistin, her çend bi rêbazên cûda bin jî piştî sedsalekê jî berdewam dikin. Polîtîkayên şerê taybet ên ku ji hêla hişmendiya ji Cemiyeta Îtîhat û Terakkî ve mîras hatine girtin, bi taybetî li bakûrê Kurdistanê, bi rêya darbeyan, kontrgêrîlla, koçberî, kiryarên nediyar, bişaftina çandî û rêbazên şerê derûnî şopên kûr hiştin. 
 
Têgeha şerê taybet wekî stratejiyeke ewlehiyê hatiye pênasekirin ku manîpulekirina civakê bi rêya rêbazên leşkerî û her wiha şerê derûnî, propagandayê, îstîxbaratê, kontrola civakî û mûdaxaleya çandî di nav xwe de dihewîne.  
 
Me di vê dosyeyê de bandorên mekanîzmayên şerê taybet ên sazûmanî ku di tevahiya dîroka Komarê de li ser civaka kurd ji demên berê heta niha hebûne, girt dest. 
 
Hişmendiya rêveberiyê ya navendparêz û berfirehker ku dewleta Tirkiyê ji Osmanî mîras girt, bi damezrandina Komarê re li Kurdistanê veguherî rejîmeke şerê taybet a sîstematîk. Ji sala 1924’an û pê ve, jiyana siyasî, civakî, çandî û aborî ya civaka Kurd di bin kontrola dewletê de ma, di heman demê de qadên rêxistin, derbirîn û nasnameyê di bin kontroleke hişk de man. Di salên pêşîn ên Komarê de, partiyên siyasî, mekanîzmayên dadwerî û saziyên îdarî rasterast ji hêla dewletê ve dihatin biteşekirin. Hêzên civakî û siyasî yên ku cesaret kirin ku ji sînorê ji hêla dewletê ve hatine danîn derkevin, bi rêya Dadgehên Îstîklal, Mufetîşiyên Ûmûmî, sirgûn û darvekirinan hatin tasfiyekirin. Mûdaxaleya tund li dijî serhildanên kurdan jî armanceke sereke ya vê siyasetê bûn.
 
Pêvajoya damezrandina Komarê bi veguherîna ji avahiyek emperyal a piralî ber bi modelek netew-dewletê ya navendî ve hat biteşekirin. Di vê pêvajoyê de, bi armanca afirandina nasnameyek neteweyî ya homojen, li dijî gel û avahiyên çandî yên cuda polîtîkayên bişaftinê yên dijwar hatin meşandin.
 
Ev şêwaza rêveberiyê kokên xwe ji Komîteya Îtîhat û Terakkî û Teşkîlat-i Mahsûsa de digire. Ev damezrandina ku bi armanca yek netewe û yek bazarekê hate pêşxistin, di serdema Komarê de jî berdewam kir û bingeha modela netew-dewletê ya Tirkiyeyê pêk anî.
 
Dadgehên Îstîklalê yên ku piştî Serhildana Şêx Seîd, pêvajoya Takrîr-î Sukûn û Komkujiya Dêrsimê hatine pêkanîn, wekî mînakên sereke yên polîtîkayên ewlehî-navendî yên li hember erdnîgariya kurdan di salên destpêkê yên Komarê de têne nîşandan. 
 
Pêvajoya NATO’yê û sazûmankirina şerê taybet 
 
Bi tevlêbûna Tirkiyeyê bo NATO’yê di sala 1952’an de, polîtîkayên şerê taybet aliyekî nû bi dest xistin. Lijneya Lêkolîna Seferberiyê ku di heman salê de hat damezrandin û Daîreya Şerê Taybet ku piştre hat damezrandin, bingeha sazûmanî ya xebatên kontrgêrîlla pêk anîn. Tûgayên komando û avahiyên îstîxbaratê bi taybetî ji bo tepeserkirina muxalefeta civakî ya li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin bicihkirin. Ji salên 1960’an û pê ve, sê stûnên sereke yên şerê taybet ên wek operasyonên leşkerî, şerê derûnî û çalakiyên kontrgêrîlla dest bi pêkanînên sîstematîk kirin. 
 
Bi taybetî piştî qezaya Susurlukê ya sala 1996’an, têkiliya di navbera kom û rêxistinên dewlet, siyaset û avahiyên paramîlîter de di qada giştî de bi tundî hatin nîqaşkirin. Komkujiyên nediyar ên salên 1990’î, îdiayên JÎTEM’ê û nîqaşên kontrgêrîlla di vê serdemê de bêtir eşkere bûn. 
 
Darbe û zextên civakî
 
Darbeyên 12’ê Adara 1971 û 12’ê Îlona 1980'yî’î, pêkanînên herî berbiçav ên stratejiya şerê taybet bûn. Di van pêvajoyan de partiyên siyasî, sendîka û komele hatin girtin; bi hezaran kes hatin binçavkirin, îşkence li wan hat kirin û hatin girtin. Di salên 1970’an de, bi rêya provokasyon, sûîqest û komkujiyan di civakê de atmosfêreke tirsê hat afirandin. Armanc ew bû ku tevgerên şoreşger-demokratîk ên di pêşketinê de werin tepeserkirin û zemîna civakî ji bo darbeyan were amadekirin.
 
Guherîna ku bi 12'ê Îlonê kûrtir bû 
 
Îşkenceyên dijwar, polîtîkayên tirk kirinê bi darê zorê û tepeserkirina nasnameya kurd, bi taybetî yên ku li Zindana Tîpa 5’a Amed’ê hatin jiyîn, di nav pêkanînên herî bîranîn ên serdema darbeya 12’ê Îlonê de ne.
 
Darbeya 12’ê Îlonê ne tenê qada siyasî, lê di heman demê de aborî, çand û jiyana civakî jî ji nû ve şekil da. Dema ku polîtîkayên zextê civak ji siyasetê dûr dixistin, polîtîkayên aborî yên neolîberal sermaye di destên hin derdoran de kom kirin. Ji ber valakirina gundan û polîtîkayên koçberiya bi darê zorê, gelek malbatên kurd neçar man ku koçî bajarên mezin bikin. Li deverên niştecîbûnê yên nû yên ku li derdora bajarên mezin derketine holê, bêkarî, bêewlehî û dûrketina çandî bandorek kûr kiriye û bi taybetî li ser ciwanan.
 
Xizanbûn, hilweşîna civakî û bêpolîtîkbûn encamên sereke yên vê serdemê bûn. Di heman serdemê de, ji bo kontrolkirina bertekên civakî, mezheb û rêxistinên olî hatin piştgirîkirin. Her çiqas dewletê polîtîkayên xwe yên zext û bişaftinê berdewam kir jî ji aliyekê din ve bi rêbazên cûrbecûr civak ji nû ve rêxistin kir.
 
Şerê taybet li Kurdistanê berdewam dike
 
Li Kurdistanê, polîtîkayên şerê taybet bi rêya operasyonên leşkerî, serdegirtinên gundan, koçberkirina bi darê zorê, kiryarên nediyar, îşkence û sîxûriyê hatin meşandin. Civaka kurd ji aliyê dewletê ve wekî “gefeke ewlehiyê” hatiye pênasekirin. Ev polîtîka ne tenê bi rêbazên leşkerî ve sînordar bûn; wan her wiha armanc dikir ku civakê bi rêya medyayê, perwerdehiyê, aborî û çandê ji nû ve şekil bidin.
 
Di roja me de Bakûrê Kurdistanê 
 
Medyaya dîjîtal îro di nîqaşên li ser şerê derûnî de wekî mijareke sereke derdikeve holê. Pratîkên çavdêriya dîjîtal, kampanyayên hedefgirtî û rêbazên propagandaya dîjîtal di biteşekirina têgihiştina raya giştî de bi bandor in.
 
Îro jî li Bakûrê Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet bi rêbazên cûda têne domandin. Di demekê de ku mafê bijartin û hilbijartên yê gel bi rêya tayînkirina qeyûman tê desteserkirin, siyasetmedar, rojnamevan, aktîvîstên jin û parêzvanên mafên mirovan bi binçavkirin, girtin û zexta dadwerî re rû bi rû ne. Operasyonên leşkerî, polîtîkayên “ewlehiyê” yên li ser sînor, şerê derûnî yê ku bi rêya medyayê tê meşandin û zexta aborî ve armanc dikin ku avahiya rêxistinkirî ya civaka kurd qels bikin. Mudaxeleyên li ser ziman, çand û saziyên demokratîk ên herêmî jî aliyê civakî yê vê polîtîkayê pêk tînin.
 
Armanc: Civatek bê nasname û bê rêxistin e 
 
Derdorên siyasî yên Kurd, parêzvanên mafên mirovan û rêxistinên civakî yên cûrbecûr yên wekî fuhuşê, zêdebûna bikaranîna tiryakê, sîxurî, manîpulekirina medyayê û xizaniya aborî wekî amûrên ku hilweşîna civakî kûrtir dikin rexne dikin. 
 
Dûrketina nifşên ciwan ji ziman, çand û bîra civakî bi armanca demdirêj a veguherîna civakî ve girêdayî ye. Li gorî raporê, polîtîkayên ku jinan hedef digirin wekî amûrek ji bo ji nû ve şekildana tevahiya civakê têne dîtin.
 
Armanca sereke ya polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê têne meşandin, qutkirina Gelê Kurd ji nasname, ziman, çand û têkoşîna wan a rêxistinkirî ye. Jin û ciwan di hedefa sereke ya van polîtîkayan de ne. Ligel van hemû pêkanînan jî- Gelê Kurd berxwedana xwe ji bo parastina nasnameya xwe û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê didomîne.
 
Ji JÎTEM’ê heta roja me 
 
Li gorî daneyên ÎHD û Komîsyona Koçberiyê ya Meclîsa Mezin a Tirkiyê (TBMM), di navbera salên 1989 û 1999’an de zêdetirî 3 hezar gund û mezra hatine şewitandin û valakirin. Li gorî rapora TBMM’yê, di dema valakirina gundan a salên 1990’î de di navbera 1,5 û 3 mîlyon kes bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin. Li gorî raporên ÎHD û rêxistinên din ên mafên mirovan, di navbera salên 1990 û 2000’an de zêdetirî 17 hezar komkujiyên kiryarên nediyar qewimîne. Li gorî raporên Navenda Bîrê û Dayikên Şemiyê, herî kêm 838 kes hatine binçavkirin û careke din tu agahî ji wan nehatiye girtin. Li gorî Arşîva Rojnameya Fermî, di navbera 15 salan de (1987-2002) li herêmê rewşa awarte(OHAL) hatiye îlankirin. 
 
Şerê taybet wekî pratîkek dewletê hatiye sazûmankirin 
 
Ji damezrandina Komarê heta roja îro, polîtîkayên şerê taybet li Tirkiyeyê ne wekî diyardeyek demkî, lê wekî pratîkek dewletê ya damezrîner hatine sazkirin. Darbe, kontrgêrîlla, rewşên awarte, valakirina gundan, komkujiyên nediyar, tayînkirina qeyûman û destwerdanên çandî wekî nîşaneyên vê dîrokê di serdemên cûda de têne nîqaşkirin. Ligel hemû polîtîkayên zilm û bişaftinê jî Gelê Kurd têkoşîna xwe ya parastina ziman, çand û nasnameya xwe didomîne.
 
Sibê: Xweparastina li dijî tarîtiyê