Eleqeya ji bo Kargeha Hunerê ya Yekta zêde dibe

  • 09:22 23 Îlon 2026
  • Çand û Huner
AMED - Kursên huner û zimanê Kurdî yên li Kargeha Hunerê ya Yekta ku îsal di 15'ê Gulanê de di bin banê Gerînendetiya Xizmetên Çand û Karên Civakî ya Şaredariya Peyasê de hatibûn vekirin, rastî eleqeyeke mezin hatin.
 
Navend kursên xwe di warên şano, tembûr, erbane, piyano, perwerdeya deng û zimanê Kurdî de pêşkêş dike. Ji dema vekirina xwe ve bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ye; heta niha 500 beşdaran perwerdeya xwe ya di warên cuda yên hunerî de qedandine û 200 beşdar jî hîn berdewam dikin.
 
Di daxuyaniya ku ji aliyê berpirsên Kargeha Hunerê ya Yekta ve hat dayîn de wiha hat gotin:“Armanca navenda me ew e ku ji jin, ciwan û zarokan re hêsaniyan peyda bike da ku ew zimanê xwe yê zikmakî û çanda xwe fêr bibin û di warên cuda yên hunerî de perwerdehiyê werbigirin. Her wiha em dixwazin piştgiriyê bidin hilberîna wan a afirîner. Xebatên me yên di vî warî de dê bi biryarî berdewam bikin.”