Li Sûriyeyê 46 jin jiyana xwe ji dest dane
- 16:12 8 Tebax 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daneyên Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji destpêka sala 2026'an ve li Sûriyeyê 307 tawan hatine tomarkirin ku di encamê de 335 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Tevî berdewamiya şer û pevçûnan li herêmên cuda yên Sûriyeyê, nebûna aramî û ewlehiyê dibe sedema zêdebûna kuştin û êrîşan. Di destpêka meha Tebaxê de zêdebûnek berbiçav di asta sûcan de hat dîtin. Hinek ji van li deverên giştî yan jî niştecihbûnê qewimîn û cenazeyên hinek kuştiyan piştî windabûnê hatin dîtin.
Yek ji bûyerên herî trajîk ên vê mehê, kuştina zaroka bi navê Xela Xemîs Salêh El-Xemîs a li baxçeyekî li pişt mala malbata wê ya li bajarokê El-Buamir ê Dêra Zorê bû. Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand ku tenê di nava vê mehê de 11 sûc hatine tomarkirin ku di encamê de 11 kesan (di nav de jinek û zarokek) jiyana xwe ji dest dane.
307 tawan hatine belgekirin
Tawanên ku ji destpêka salê ve hatine belgekirin li gelek bajaran qewimîn; di nav de Reqa, gundewarên Şamê, Îdlib, Dêra Zorê, Lazqiye, Hema, Heleb û Tertûs hene. Çavdêriyê eşkere kir ku ji 335 kuştiyan 264 mêr, 46 jin û 25 zarok bûn.







