46 welatan ji bo rawestandina darvekirinan bang li Îranê kirin

  • 11:33 2 Cotmeh 2026
  • Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Di civîna 63’yemîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de navê 46 welatan hate dayîn ku ev 46 welat ji bo rawestandina darvekirinên ji hêla rejîma Îranê ve tê kirin daxuyaniyek hevbeş dan.
 
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di raporekê de ku di 1’ê Cotmeha 2026’an de hat weşandin, ragihand ku 46 welatan daxuyaniyek hevbeş weşandin û rêjeya zêde ya cezayê darvekirinê ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve şermezar kirin û daxwaza rawestandina tavilê ya darvekirinan li Îranê kirin.
 
Li gorî raporê, ev daxuyaniya hevbeş ji aliyê nûnerê Liechtenstein ve di civîna 63’yemîn a Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de di 30’ê Îlona 2026’an de hat pêşkêş kirin. Navên 46 welatan di nav îmzekerên daxuyaniyê de hatine rêzkirin.
 
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji tepeserkirina xwepêşandanên Kanûna 2025’an vir ve herî kêm 31 xwepêşander hatine darvekirin û hat hişyarkirin ku di pêşerojeke nêzîk de bi dehan kesên din, di nav de jin û zarok jî hene, di bin xetereya darvekirinê de ne.
 
Welatên piştgir, ku daxuyaniyên xwe li ser bingeha encamên pisporên Neteweyên Yekbûyî ava kirin, tekez kirin ku cezayê darvekirinê ji bo çandina tirsê, tepeserkirina nerazîbûnê û astengkirina azadiya aştiyane ya derbirînê û civînê tê bikar anîn.
 
Di daxuyaniyê de her wiha fikarên xwe li ser raporên darizandinên nepenî, binpêkirina garantiyên darizandina dadperwer, îşkence û muameleya xirab, windakirinên bi zorê û îtîrafên bi zorê anîn ziman û daxwaza rawestandina tavilê ya bikaranîna cezayê darvekirinê kirin.