Ji Yekîtiya Jinên Sûdanê li dijî tundiya zayendî banga lezgîn
- 10:28 17 Mijdar 2026
- Cîhan
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Jinên Sûdanê xwest ku dawî li destdirêjiya li dijî jinan bê anîn û daxwaza “Bila bikaranîna destavêtin û koletiya zayendî, mîna çekên şer û sûcên li dijî mirovahiyê bên naskirin” kir.
Komîteya Rêveber a Yekîtiya Jinên Sûdanê, di çarçoveya kampanyaya "16 Rojên Çalakiyê" ku bi armanca 25’ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan hatiye destpêkirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de, bi dirûşma "Dengê jinên Sûdanî nayê şikandin", hate tekezkirin ku êrîşên li dijî jin û keçan li Sûdanê ne bûyerên veqetandî ne, berevajî vê, ew nîşana krîzeke giran a mirovahî û yasayî ne ku ji ber şerê berdewam û hilweşîna mekanîzmayên parastin û dadmendiyê, hîn girantir bûne.
'Destdirêjî bûye amûreke sîstematîk a ji bo bindestkirina jinan'
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku destdirêjî li Sûdanê ji binpêkirinên tesadufî yên di dema şer de derbas bûye, veguheriye şêwazeke dubare û sîstematîk ku ji bo bindestkirin û biçûkxistina jin û keçan, kontrolkirina civakan û koçberkirina bi zorê ya mirovan tê bikaranîn. Hate destnîşankirin ku ev êrîş destavêtin, destavêtina komî, koletiya zayendî, revandin, zewaca bi zorê, îşkenceya zayendî û bazirganiya mirovan dihewînin. Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên mafên mirovan, Ofîsa Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NY’ê belge kiriye ku ji destpêka şer heta nîvê Nîsana îsal, li 16 eyaletan 546 bûyerên destdirêjiya têkildarî şer pêk hatine. Herî kêm 838 kesên di nav de 539 jin û 284 keç hene, bûne qurbaniyên van êrîşan. Nêzîkî çaryeka bûyeran destavêtina komî pêk tînin, 85 jin û keç rastî koletiya zayendî hatine, 13 kesan can dane, ya herî biçûk jî 9 salî bûye.
Ji sedî 97 ji van kesan, jin û keç inDi daxuyaniyê de, bi referansa agahdariyeke ku di Nîsana 2026’an de ji aliyê Rêxistina Jinan a Neteweyên Yekbûyî "UN Women" ve hatiye dayîn, balê dikşînin ser zêdebûneke berbiçav di hejmara jin û keçên ku pêdiviya wan bi xizmetên piştgiriyê heye. Her wiha tê diyarkirin ku zêdetirî 4,3 milyon jin û keçên ku li nava Sûdanê ji cih û warên xwe bûne, heta li wan deverên ku reviyane û xwe sipartine wan jî, bê ewle ne. Wekî din, raporeke ku di Adara 2026’an de ji aliyê rêxistina Bijîşkên Sînornenas MSF ve hatiye amadekirin, nîşan dide ku di navbera Çileyê 2024’an û Mijdara 2025’an de, 3 hezar û 396 kesên ku ji destdirêjiyê rizgar bûne, serî li navendên tenduristiyê yên li Darfura Bakur û Başûr dane; ji sedî 97 ji van kesan, jin û keç in. Ev dane, tenê beşeke biçûk a mezinahiya rastîn a krîzê nîşan didin. Her wiha, daxuyanî behsa binpêkirinên ku li bajarê El-Faşer û derdora wê, piştî ketina bajêr di Mijdara 2025’an de hatine belgekirin dike. Her wiha behsa raporeke ku di Sibata borî de ji aliyê Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ve hatiye weşandin dike ku tê de derketibû holê ku di sê rojên ewil ên êrîşê de zêdetirî 6 hezar kes hatine kuştin.
'Dawîanîna bilez û berfireh a li şer'
Di daxuyaniyê de tê tekezkirin ku jin ji ber vî şerî bedêlek gelekî giran didin, rastî birçîbûnê, koçberiya bi zorê, nexweşiyan û nebûna stargeh û dermanan tên û di heman demê de barê peydakirina pêdiviyên malbatên xwe bi tenê li ser milên wan e. Tê diyarkirin ku dorpêçkirin û astengkirina gihîştina xwarin, derman û alîkariyên mirovahî, di rastiyê de birçîbûnê veguherandiye çekeke şer. Her wiha tê ragihandin ku birçîbûna girseyî (qet) ne çarenûseke neçar e, belkî encameke rasterast a şerê berdewam û astengkirina bi zanebûn a alîkariyan e.
Yekîtiya Jinên Sûdanê daxwaz dike ku di zûtirîn demê de û bi awayekî berfireh dawî li şerê li seranserê Sûdanê bê anîn û sivîl bên parastin. Ew daxwaza bidawîanîna polîtîkayên birçîkirinê dikin a bi dayîna pêşîniyê ji bo pêdiviyên jin, zarok û pîr û kalan. Yekîtiyê her wiha daxwaza vekirina bilez û bi ewle ya korîdorên mirovahî kir da ku alîkarî bêyî astengî û cudakarî bighîjin cihê xwe. Her wiha, Yekîtî daxwaza bidawîanîna destdirêjî û bêcezahiştinê dike. Yekîtî destnîşan dike ku divê bikaranîna destavêtin û koletiya cinsî wekî çekên şer, wekî "sûcên şer" û "sûcên li dijî mirovahiyê" bên naskirin. Ew her hewldanekê red dike ku dixwaze van kiryaran tenê wekî binpêkirinên takekesî an jî wekî amûrên danûstandinê bibîne.
'Divê kesên ku van kiryaran pêk anîne bên cezakirin û jin beşdarî pêvajoyên aştiyê bin'
Di dawiya daxuyaniyê de tê diyarkirin ku divê herkesê ku ev sûc kirine, fermanên wan dane, teşwîq kirine, bûne hevkar an jî ev sûc veşartine, li pêşiya mekanîzmayên dadweriyê yên neteweyî û navnetewî hesab bidin. Her wiha yekîtî daxwaz dike ku ji bo jinên ku ji van kiryaran rizgar bûne, parastin û her wiha piştgiriya tibî, psîkolojîk û hiqûqî bê peydakirin.
Yekîtî destnîşan dike ku divê jin ne tenê wekî "qurbanî", her wiha wekî xwediyên mafan û aktorên bingehîn ên aştiyê bên dîtin. Di vê çarçoveyê de, daxwaza beşdariya rastîn û bi bandor a jinan di pêvajoyên wekî danûstandin, avakirina aştiyê, ji nû ve avakirin, dadweriya derbasbûnê û pêşxistina saziyan de dike. Her wiha bang dike ku parêzvanên mafên mirovan, di nav de jinên ku di warê belgekirin û alîkariya mirovahî de dixebitin, bên parastin û daxwaza destek û fînansekirina rêxistinên jinên Sûdanî dike.







