Ji Meclîsa Jinan a DBP’ê atolyeyên têkoşîna li dijî tundiyê

  • 20:55 17 Mijdar 2026
  • Rojane
MÊRDÎN – Meclîsa Jinan a DBP’ê li Artûkluyê atolye pêk anî û polîtîkayên şerê taybet, cureyên tundiyê û rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê nirxandin.
 
Meclîsa Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jİnan atolyeyên xwe didomîne. Li gundê Minsuriyê  û tqaxa Îstasyon ya ya Artûklu ya Mêrdînê  atolye pêk hatin.
 
Cigira Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Narîn Gezgor di atolyeyan de axivî û balkişand ser girîngiya piştevaniya jinan û got gelek cureyên tundiyê hene û  tundiya li ser jinan nayê dîtin. Narîn Gezgor tiştên ku Fatma Altinmakas jiyaye jî bibîr xist û balkişand ser tundiya mêr dewletê.
 
Atolye bi dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’ bidawî bû.