Koka dîrokî ya şerê taybet (2)
- 09:05 16 Hezîran 2026
- Dosya
Ji NATO’yê ber bi serdema dîjîtal ve: Rêbazên şerê taybet ên li dijî jinan
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan
AMED - Şerê taybet ne tenê têkoşîneke leşkerî ye ku li meydana şer tê meşandin, lê belê stratejiyeke piralî ye ku avahiya siyasî, çandî û psîkolojîk a civakê hedef digire. Ev rêbaz ku bi taybetî di sedsala 20’î de sazûmanî bû, li ser wê têgihîştinê ye ku şer ne tenê li qada şer, lê di her aliyê jiyanê de dikare were meşandin.
Pratîkên şerê taybet ku ji endezyariya civakî û polîtîkayên medyayê bigire heya bişaftina çandî û têkiliyên girêdayîbûna aborî gelek fireh vedihewîne, ligel nîqaşên li ser NATO, Gladîo, operasyonên kontrgerîla û dewleta kûr li çaraliyê cîhanê têne nîqaşkirin. Li Kurdistanê, polîtîkayên şerê taybet li ser jin, ciwan û muxalefeta civakî disekinin; û ev rêbaz armanc dikin ku avahiya civakî veguherînin û kontrol bikin.
Di vê beşa dosyaya me de, em derketina holê ya dîrokî ya şerê taybet, têkiliya wê bi NATO û Gladîo re, nîqaşên kontrgerîla li Tirkiyeyê û rêbazên bingehîn ên ku îro têne bikaranîn digirin dest.
Şerê taybet çima derket holê?
Şerê taybet wekî ku em îro dizanin, bi hevsengiya hêzê ya navneteweyî ya nû ku piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn şikil girt, derket holê. Piştî şer, cîhan bû du beş; Bloka Rojava bi serokatiya Dewletên Yekbûyî û Bloka Rojhilat bi serokatiya Yekîtiya Sovyetê. Ev serdem wekî “Şerê Sar” di dîrokê de hate binavkirin.
NATO ku di sala 1949’an de hate damezrandin, armanca xwe ya sereke parastina Rojavayê Ewropayê ji bandora Sovyetê ragihand. Lêbelê, pergalên parastina leşkerî ne tenê tiştên ku di dema Şerê Sar de hatine pêşxistin bûn. Ji bo ku civak li hember dagirkeriyên bên kirin, serhildanên navxweyî, tevgerên şoreşgerî û veguherînên siyasî di bin kontrolê de bimîne, rêbazên cûrbecûr hatin pêşxistin. Di vê demê de, li gelek welatan kom û rêxistin hatin avakirin ku bi dizî ji raya giştî hatin organîzekirin û plan dihat kirin ku dema pêwîst be werin çalakkirin. Rêxistina Gladîo ku li Îtalyayê hate eşkerekirin, bû yek ji mînakên herî navdar ên van nîqaşan. Piştre, agahî derbarê hebûna rêxistinên bi vî rengî li Belçîka, Almanya, Fransa û welatên din ên Ewropî de ji raya giştî re derket holê.
Ji ber vê yekê, şerê taybet ne tenê têgeheke leşkerî ye; ew wekî komeke berfireh a stratejiyên ji bo birêvebirin û kontrolkirina civakê tê nîqaşkirin.
NATO, Gladîo û rêxistinên veşartî
Di dema Şerê Sar de, gelek welatên Ewropî rêxistinên veşartî yên bi navê “stay behîng” ava kirin ku ji bo organîzekirina berxwedanê di rewşa dagirkirinek muhtemel de hatin damezrandin. Lêbelê, di salên piştre de nîqaşên cidî derketin holê li ser bikaranîna van komên ne tenê li dijî gefên derve, lê di heman demê de ji bo bandorkirina li ser siyaseta navxweyî jî. Di sala 1990’î de, Serokwezîrê Îtalyayê Gîulîo Andreottî hebûna Gladîo bi fermî qebûl kir û bi vê yekê re li seranserê Ewropayê lêpirsînên berfireh da destpêkirin. Parlamentoya Ewropayê jî daxwaza lêpirsînê li ser vê mijarê kir.
Lêkolîner û zanyarên siyasî destnîşan kirin ku li hin welatan, ji pêvajoyên hilbijartinê bigire heta bûyerên civakî û di gelek waran de, ji pêvajoyên hilbijartinê bigire heta bûyerên civakî, bandorker bûne. Lêbelê, tê destnîşankirin ku hîn jî nakokî û nerînên cuda di derbarê çalakiyên van rêxistinan de hene.
Li Tirkiyeyê nîqaşên kontrgerîla û dewleta kûr
Li Tirkiyeyê, nîqaşên li ser şerê taybet bi piranî li dora têgehên wekî şerê kontrgerîla, Daîreya Şerê Taybet û dewleta kûr hatin meşandin. Tirkiye di sala 1952'yan de tevlî NATO’yê bû û di salên piştre Daîreya Şerê Taybet hate damezrandin. Ji salên 1970’ê û pê ve, nîqaşên li ser kontrgerîla di raya giştî de hatin rojevê. Kiryarên ne diyar nehatine çareserkirin, windakirinên bi darê zorê, valakirina gundan û tora têkiliyan ku piştî qezaya Susurlukê di salên 1990’î de derket holê, nîqaşên li ser kom û rêxistinên nefermî yên di nav dewletê de hîn bêtir mezin kirin.
Rêxistinên mafên mirovan û parêzer demek dirêj e binpêkirinên mafên mirovan, bi taybetî bajarên Kurdan wekî encama polîtîkayên şerê taybet dibînin.
Rêbazên bingehîn ên şerê taybet
Li gorî pisporan, şerê taybet tenê ji operasyonên çekdarî pêk nayê. Ew wekî stratejiyeke piralî tê pêkanîn ku qadên siyasî, çandî û psîkolojîk dihewîne. Ev rêbaz bi giranî şerê nerekûpêk, darbe û destwerdan û şerê psîkolojîk vedihewînin.
Şerê nerêkûpêk
Şerê nerêkûpêk behsa rêbazên ku li derveyî qaîdeyên şerê klasîk têne bikaranîn dike. Ji bilî artêşên birêkûpêk, hêzên paramîlîter, operasyonên veşartî, xebatên îstîxbaratî û şerên bi wekalet hemû di vê çarçoveyê de têne nirxandin. Lêkolînên akademîk nîşan didin ku li gelek welatan ji bo tepeserkirina nerazîbûna civakî yan jî pêşîgirtina li veguherîna siyasî ev rêbaz têne bikaranîn.
Darbe û mûdaxaleyên siyasî
Darbeyên leşkerî di nîqaşên li ser şerê taybet de mijarek girîng e. Darbeyên leşkerî li gelek welatan, ji Latîn Amerîkayê bigire heta Rojhilata Navîn û ji Afrîkayê bigire heta Asyayê, ne tenê bi pêşketinên siyasî yên navxweyî ve, lê di heman demê de bi hevsengiyên hêzê yên navneteweyî ve jî girêdayî ne. Tirkiyeyê gelek mudaxaleyên leşkerî jiyaye, bi taybetî di salên 1960, 1971, 1980 û 1997’an de. Ev pêvajo bi hev re digel nîqaşên li ser ji nû ve şekildana civakê û kontrola qada siyasî têne nirxandin.
Şerê derûnî û medya
Yek ji aliyên herî berbiçav ên şerê taybet wekî şerê derûnî tê dîtin. Şerê derûnî bi rêbazên wekî hilberîna agahdariyê, diyarkirina rojevê, rêveberiya têgihîştinê û propagandayê tê meşandin. Ji bilî amûrên medyayê yên kevneşopî, platformên medyaya dîjîtal, torên dîjîtal û naveroka bi hêza mejiyê çêkirî îro bûne beşên girîng ên vê qadê. Pispor destnîşan dikin ku şerê derûnî di serdema dîjîtal de pir zûtir û bibandortir bûye. Agahiyên dezenformasyonî, naveroka manîpûlasyonî, kampanyayên hedefgirtinê, torên trolê û çalakiyên ku bi rêya hesabên botê têne kirin wekî roleke girîng di şekildana têgihiştina raya giştî de têne nîşandan.
Ev pêşketin çarçoveya şerê derûnî berfireh dike, bandorê li gelek waran dikin, ji pêvajoyên ramana takekesan bigire heya têkiliyên wan ên civakî. Ji ber vê yekê, şerê derûnî êdî ne tenê wekî rêbazek taybet ji bo demên pevçûnê tê hesibandin, lê belê wekî yek ji amûrên ku jiyana civakî bi teşe dikin tê nirxandin.
Çima jin di hedefêne de?
Tevgerên jinan û lêkolînerên femînîst destnîşan dikin ku polîtîkayên şerê taybet bi tundî li dijî jinan têne pêkanîn. Polîtîkayên ku bedena jinan kontrol dikin, tundiya zayendperest, di şeran de tecawiza sîstematîk, tunekirina keda jinan û dûrxistina jinan a ji qada siyasî hemû di vê çarçoveyê de têne nirxandin.
Tundiya sîstematîk a li dijî jinan li gelek deverên şer, bi taybetî li Bosna-Hersek, Ruanda, Iraq û Sûriyeyê di raporên navneteweyî de hatiye belgekirin. Tevgera jinên kurd dibêje ku polîtîkayên şerê taybet ne tenê bi êrîşên fîzîkî ve sînordar in; ew di heman demê de bi rêya tiryak, fihûş, sîxur, hedefgirtina nasnameyên jinan bi rêya medyayê û polîtîkayên ku armanca wan parçebûna civakî ye jî têne meşandin.
Bandorên li ser ciwan û civakê
Tê diyarkirin ku hedefeke din a polîtîkayên şerê taybet ciwan in. Gelek lêkolîneran pratîkên wekî bênasnamehiştin, dûrketina çandî, belavbûna çanda mezaxtinê, girêdayîna bi dîjîtal û qelskirina rêxistina civakî wekî rêbazên heyî yên şerê taybet tê dîtin. Tê gotin ku ev polîtîka ne tenê bandorê li kesan dike, lê di heman demê de bandorê li torên hevgirtina civakî jî dike.
Di roja me de şerê taybet
Li gorî pisporan, şerê taybet îro ne tenê di qadên leşkerî de, lê di warên aborî, medyayê, perwerdehiyê, çand û teknolojiyê de jî tê meşandin. Bi taybetî bi dîjîtalîzekirinê re, şerê zanistê, ewlehiya daneyan, manîpulekirina bi rêya algorîtmayan û birêvebirina têgihîştina giştî bûne amûrên girîng ên serdema nû. Ji ber vê yekê, têgeha şerê taybet ne tenê di çarçoveya darbeyên berê yan rêxistinên veşartî de, lê di heman demê de di warê têgihîştina ka civaka hemdem çawa hatiye biteşekirin de jî tê nîqaşkirin.
Ev polîtîkayên ku tê nîşandan, balê dikişînin ser rêxistinkirina demokratîk a jin, ciwan, karker û gel ku ji hêla gelek tevgerên civakî ve wekî yek ji girîngtirîn warên têkoşînê yên îroyîn têne nirxandin.
Sibê: Kapîtalîzm û netew-dewlet: Bîra civakî çawa hatiye dorpêçkirin?








