Li Gimgimê nobeda gundiyan a li dijî JES'ê dewam e
- 16:49 28 Tîrmeh 2026
- Ekolojî
MÛŞ -Niştecîhên gundê Mengelê nobeta li dijî projeyaJES'ê ya li gundê Xwarikê yê Gimgimê, dewr girtin.
Nobeta li konan a ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatibû destpêkirin, li gundê Xwarikê yê girêdayî navçeya Gimgimê ya Muşê li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal a ku ji aliyê pargîdaniya bi navê IGNIS H2 va. a navenda wê li DYA'yê ye ve tê plankirin, berdewam dike. Di roja 87'an a nobetê de, pankartên bi nivîsên "Em xwedî li xwezaya xwe, baweriya xwe û paşeroja xwe derdikevin" û "Em li Gimgimê santrala jeotermal naxwazin; destên xwe ji ax û xaka me bikişînin" li qadê hatin daliqandin.
Niştecîhên gundê Mengelê nobet dewr girtin.







