Nobeda li Arzoxliyê 40 roj in dewam dike
- 14:42 29 Mijdar 2026
- Ekolojî
AMED - Li gundê Arzoxliyê 40 roj in leşkerên Tirk li hember berxwedana gundiyan bend daniye û ji bo çêkirina GES'ê ketiye nava seferberiyê de.
Li gundê Arzoxliyê yê navçeya Sûrê ya Amedê, nobeta ku bi pêşengiya jinan li dijî projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya ku gefa talanê li qadên jiyanê dike di roja 40'emîn de berdewam dike. Jinên ji gundê Arzoxliyê îro jî çalakiya xwe li gel barîna baranê berdewam kir û dema xwestin bimeşin qada xebatên çêkirina GES'ê rastî astengiya leşkeran hatin. Jinan bertek nîşanî leşkeran da û gotin hûn ji bo parastina fîrmayek taybet her roj tên vir û li hember çalakiya me ya mafdar bendan didanin.
Li gor agahiyên hatine bidestxistin her roj ji navçeyeke Amedê leşker li qada çêkirina GESê tên peywirdarkirin û ji bo serkeftina berxwedana welatiyan dibin asteng.







