Li Silêmaniyê çalakiya ‘Îna Kurdan’ hate lidarxistin
- 16:50 30 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi beşdariya deh hezaran kesan çalakiyên ji bo piştgiriya berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi dirûşmeya “Îna Kurdan” li Silêmaniyê dest pê kir.
Li ber Baxê Giştî yê li Silêmaniyê bi tevlîbûna bi deh hezaran kesan, çalakiyên ji bo piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê hat darxistin. Hat diyarkirin ku çalakiya “Îna Kurdan” li dijî êriş û dagirkeriya çeteyên HTŞê û DAIŞê ku bi piştgiriya dewleta Tirk êriş dikin pêk hat. Piştî xwendina sirûda netewî, pêşkêşkirina şanoyekî meşeke girseyî hat lidarxistin.
Di bin dirûşme û sembolên Kurdî de meşiyan
Ji welatiyan heta rewşenbîr, mamostayên olî, hunermend, rojnamevan û çalakvanan, bi deh hezaran kes beşdarî meş û çalakiyê bûn. Li gel bilindkirina alên Herêma Kurdistanê, HSD û peykerê Kezî, çend pankartên ku yekîtî û berxwedana Kurdan li Rojavayê Kurdistanê nîşan didin, hatine bilindkirin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Yek e, yek e, yek e Kurdistan yek e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava ne bi tenê ye” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin.
Meş veguherî konsera hunerî
Destpêkê de şano hat pêşkêşkirin û sirûda neteweyî hat xwendin. Piştre li Kolana Salim meşek girseyî hat lidarxistin. Meş veguherî konsereke hunerî ku çend hunermendên Kurd ên ji her çar beşên Kurdistanê beşdar bûn.
Hunermendên herêmî yên ji Başûr û çend hunermendên ku ji Ewropayê hatin Silêmaniyê jî di meş û çalakiyê de cihên xwe girtin.







