ROJIN: Dezgehên medyayê alîgirê şer dikin
- 15:46 30 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - ROJIN’ê, bi daxuyaniyek dezgehên medyayê yên Ereb û Tirk ku bûne hevkarên sûcên qirkirinê yên li Sûriye û Rojava şermezar kir.
Yekîtiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJIN), der barê bûyerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
ROJIN’ê, diyar kir ku weke çapemeniya azad a Kurd wan êrîşên qirkirinê ku di 6’ê Çileyê de li Helebê dest pê kirin û li Bakur-rojhilatê Sûriyeyê belav bûn bi hewldana dehan rojnamevanên li qadê bi dîmen, wêne û belge rastiyê ragihandine û got ku ev belge sûcên şer eşkere dikin.
ROJIN’ê, ragihand ku çeteyên HTŞ’ê ji hêla Tirkiyeyê ve tên destekkirin, sivîlên li Helebê înfaz dikin, direvînin û bi darê zorê wan koçber dikin û wiha got: “Du şervanên jin ên YPJ’ê hatin revandin û wekî "xenîmetên şer" hatin pêşkêşkirin. Sivîlên ku ji Reqayê hewl didan derbasî Kobanê bibin hatine qetilkirin.
Li gel êrîşan, gelek deverên Rojava hatin dorpêçkirin av, elektrîk, xwarin û xizmetên tenduristiyê, bi taybetî li Kobanê hatin qutkirin. Krîza mirovî kûrtir dibe, mirina zarokan rû dide, bi deh hezaran kes neçar man koç bikin û ji ber girtina sînoran alîkarî negihîşt herêmê.
Di dema ku krîza mirovî berdewam dikir de hinek kanalên Ereb û medyaya sereke ya Tirk mirina sivîlan û wêrankirina mirovî weke "serkeftin" pêşkêş kirin. Tundî bi riya weşanên ku jinan biçûk dixistin û zimanê zayendperest û nefretê bikar dianîn, hat rewakirin. Di vê navberê de, medyaya Tirk bi propagandayê piştgirî da êrîşên ji Helebê heta Kobanê ku Kurdan hedef girtin û bû hevkarê sûcên ku hatine kirin.”
ROJIN’ê diyar kir ku bi vê nêzikatiya weşanê, medya li şûna aştî û berjewendiya gel pêk bîne, bûye alîgirê şer hat gotin ku dezgehên medyayê yên naveroka leşkerî, neteweperest, olî û zayendperest diweşînin hatine eşkerekirin û banga boykotê hat kirin.
ROJIN’ê destnîşan kir ku hinek dezgehên medyaya navneteweyî qirkirin, înfaz, krîza mirovî û koçberiya bi darê zorê ya li Rojava paşguh kirine û wiha hat gotin: “Bûyer weke ‘nakokiyek di navbera du hêzan de’ hatin pêşkêşkirin. Dorpêçkirin, mirina zarokan, êşkencekirina jinan û revandin wekî nûçe nehatin hesibandin. Tenê rewşa girtiyên DAIŞ’ê hate destgirtin.
Em bang li çapemeniya navneteweyî dikin ku li gorî exlaqê çapemeniyê û nirxên rojnamevaniyê tevbigerin, cesaretê nîşan bidin ku rastiyê bi raya giştî re parve bikin.”
ROJIN’ê da zanîn ku rojnamevanên Kurd ji bo heqîqetê ji qadên bi xeter rastiyê radigihînin û ji medyaya navneteweyî hat xwestin ku rêzê li vê rojnamevaniyê bigrin û agahdariya rast bidin. ROJIN’ê, destnîşan kir ku mirina zarokên di bin dorpêçê de, revandina jinan, qetilkirina Kurdên li Kobanê û Rojava mijarên esasî ne ku bibin nûçe.
ROJIN’ê ji rojnamevanan xwest serdana deverên dorpêçkirî bikin da ku rastiyan ji destpêkê ve bibînin û bi awayekî bêalî rapor bikin û da zanîn ku weke Çapemeniya Azad a Kurd û medyaya jinan, ew ê her dem rastiyan eşkere bikin, sûcên şer belge bikin û nirxên aştî, demokrasî û jiyana hevpar biparêzin.







