Însiyatîfa Ji Bo Zarokan Aştî sibê diçe Pirsûsê

  • 20:19 7 Sibat 2026
  • Rojane
STENBOL- Însiyatîfa Ji Bo Zarokan Aştî bi dirûşmeya ‘Ji bo mafên zarokên Rojava û Tirkiyeyê em bang li hemû kesê dikin ku bikevin tevgerê’ sibê diçin Pirsûsê.
 
 Însiyatîfa Ji Bo Zarokan Aştî bi dirûşmeya ‘Ji bo mafên zarokên Rojava û Tirkiyeyê em bang li hemû kesê dikin ku bikevin tevgerê’ sibê diçin navçeya Pirsûs a Rihayê.
 
Gelek parêzvanên maf li ser platforma çapemeniya civakî X’ê di parvekirinên xwe de diyar kirin ku wê di serî de ji Stenbol, Enqere, Îzmîr, Riha, Wan, Amed û gelek bajarên din derkevin rê. Parêzvanên maf wê 8’ê Sibatê roja yekşemê ji bo Rojava li Qada Cumhuriyetê saet di 13.00’an de daxuyaniyekê bidin.