Dorpêça Kobanê li Kopenhagê hate protestokirin
- 21:44 7 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên li Kopenhagê û komên piştevaniyê, tevî şert û mercên giran ên zivistanê jî ji bo balê bikşînin ser metirsiyên li Rojava, daketin qadan. Villo Sigurdsson ji bo dorpêça Kobanê got:“Sûc û têkçûna gerdûnî ya li dijî mirovahiyê.”
Kurd û komên piştevaniyê li bajarê Kopenhag ê Danîmarkayê, li dijî êrîşên li ser Rojava û dorpêça derdora Kobanê çalakî lidarxistin.Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê bê navber dirûşmeya “Bijî Rojava” berz kir.
Serokê Şaredariya Kopenhagê yê berê Villo Sigurdsson dorpêça Kobanê wekî ‘sûc û têkçûyîna gerdûnî ya li dijî mirovahiyê’ bi nav kir. Vîllo Sigurdsson diyar kir ku zêdeyî nîv milyon sivîl bê kehrebe, bêav û bêtêkilî mane û alîkariyên mirovî bi awayekî sîstematîk tên astengkirin. Vîllo Sigurdsson destnîşan kir ku Tirkiyeyê bi nevekirina deriyên sînor dorpêçê didomîne û koalîsyona bi pêşengiya NY, YE û DYA’yê ya li dijî DAÎŞ’ê, li hemberî vê rewşê bêdeng e.
Vîllo Sigurdsson, xwest ku dorpêç û ambargoya li ser Kobanê tavile were rakirin û mekanîzmayeke çavdêriyê ya serbixwe ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve were erkdarkirin, bê avakirin.
Parlamenterê Enhedslisten Trine Pertou Mach jî bi bîr xist ku 14 sal in li Rojava jiyaneke li ser bingeha demokrasî, xwişk-biratiya gelan û mafên jinan hatiye avakirin û wiha got: “Îro naxwazin van nirxan bibînin. Em li gel dostên xwe yên Kurd in, bi Rojava re ne.”
Çalakî bi dirûşmeya, “Bijî Rojava” bi dawî bû.







