Li Mêrdînê jinek bi awayê bi gûman hat kuştin

  • 14:08 13 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Medîne Akpinar, li navçeya Midyadê bi awayê bi gûman kuştî hate dîtin. 
 
Di saetên serê sibehê de li Taxa Dalinê ya navçeya Midyadê ya Mêrdînê cenazeyê jineke bi çekê hatiye kuştin hate dîtin. Piştî agahdarkirina welatiyan, komên tenduristî û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Komên tenduristiyê yên çûn cihê bûyerê, diyar kirin ku jina ciwan li cihê bûyerê jiyana xwe ji des daye. Hat zanîn ku jina jiyana xwe ji dest dayî Medîne Akpinar a 28 salî ye. 
 
Têkildarî kuştina gûmanbar a jina ciwan de lêpirsîn hate destpêkirin.