Di Konferansa Abya Yala de jinan xeta têkoşîna hevpar nîqaş kirin

  • 20:03 13 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Roja duyemîn a konferansa jinan a li Abya Yala bi pêşandan sinevîzyona ji bo bîranîna pêşengên dîroka têkoşîna jinan û kesên ku jiyana xwe ji dest dane hatibû amadekirin dest pê kir.
 
Ji Tora Jinê Pêşerojê Dihûnin Zîlan Diyar di çarçoveya bernameya roja duyemîn de li ser rêgezên Konfederalîzma Jinan a Cîhanê pêşkêşiyek berfireh kir.Zîlan Diyar di axaftina xwe de diyar kir ku ezmûnên ku di seranserê konferansê de hatine bidestxistin bal dikşîne ser berxwedanek hevpar û bîra biêş.
 
Zîlan Diyar anî ziman ku polîtîkayên dagirkerî, talankirin û krîmînalîzekirinê ne tenê li Kurdistanê, di heman demê de li deverên cûda yên cîhanê jî bi heman rengî têne jiyîn û bal kişand ser şewitandina gundan, koçberî û polîtîkayên asîmîlasyona çandî yên li Kurdistanê. Zîlan Diyar li mînakên wekî birîna darên zeytûnê yên li Efrînê û êrîşên li Rojava, wêrankirina ekolojîk û demografîk bi bîr xist.
 
Zîlan Diyar destnîşan kir ku têkoşîna jinan karekterek enternasyonalîst dihewîne û da zanîn ku navên wekî Alina, Ronahî, Amara û Sara nirxa gerdûnî ya têkoşînê temsîl dikin.Zîlan Diyar wiha dirêjî dayê: ”Em dixwazin van ramanên têkoşînê di bin navê konfederalîzmê de bikin yek. Li her derê hewceyî bi vê yekê heye. Em ne yên yekem in ku vê yekê pêşniyar dikin. Lê divê em bifikirin ka çima înîsiyatîfên jinan di dîrokê de bi ser neketin."
 
Zîlan Diyar banga xurtkirina hevgirtin û hevrêtiya li dijî pergala ku hewl dide di navbera jinan de pêşbaziyê çêbike kir û ev tişt anî ziman: “Konfederalîzma jinan toreke ku kok digire û li her derê belav dibe û divê bi bawerî, hêvî û ruhê hevpar tevbigerin.Heke em ruhê hevpar biafirînin, her hevalek dikare bibe şaneyek konfederalîzmê. Ya girîng ruhê wê ye. Em ê li ser vê yekê bifikirin û bi awayekî dogmatîk nêzîkî wê nebin. Em ê li ser tiştên ku me guhertine û em ê çi biguherînin û tiştên ku divê em bikin bifikirin. Di vê rêwîtiyê de em ê bi hev re bikin, em ê bi wekheviyek mutleq nêzîkî wê nebin û em ê nehêlin ku kes li paş bimîne an jî ji hev were veqetandin."
 
Piştî pêşkêşkirinê,  peyama dîtbarî ya tevgerên jinên Somalî hat pêşandan. Piştre, li ser mijarên aborî, çandî, tenduristî, xweparastin, perwerde, ragihandin-medya, konfederalîzma jinan û jineolojiyê komên xebatê hatin avakirin. Tê plankirin ku encamên nîqaşên ku li deverên cûda hatine lidarxistin, werin berhevkirin û pêşkêşî delegeyên konferansê werin kirin.