Rapora ÎHD'ê ya girtîgehên Egeyê hat eşkerekirin
- 15:21 14 Sibat 2026
- Rojane
ÎZMÎR- Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD a Îzmîrê, Rapora Girtîgehên Herêma Egeyê ya Sala 2025'an bi daxuyaniyekê eşkere kir. Di raporê de hat destnîşankirin ku bûyerên binpêkirinê êdî ne wekî bûyerên carnan pêk tên, wekî rêbazeke sîstematîk tên meşandin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Rapora xwe ya binpêkirina mafan a Girtîgehên Herêma Egeyê ya Sala 2025'an li avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê eşkere kir. Raporê endama komîsyonê Nazli Turan xwend.
Nazli Turan destnîşan kir ku rapor bi serlêdanên malbatan, hevdîtinên parêzeran û bi şopandina çapemeniyê ve hatiye amadekirin û diyar kir ku rapor binpêkirinên li girtîgehên Îzmîr, Aydin, Afyon, Balikesîr, Mugla, Manîsa, Ûşak, Denizlî û Kutahyayê hatine kirin dihewîne. Her wiha Nazli Turanê bi bîr xist ku binpêkirinên hatine raporkirin tenê ji bûyerên tên zanîn û şopandin in.
Nazli Turan bilêv kir binpêkirin wek sîstematîk tên kirin û mijarên ku herî zêde binpêkirin tên kirin wiha rêz kirin:
“*Îşkence
*Lêgerîna tazî û muameleya xerab a li dijî rûmeta mirovahiyê tecrîd û îzolasyon
*Astengkirina dermankirinê
*Derengxistina sewqên nexweşxaneyan û neberdana girtiyên ku rewşa wan giran e
*Biryarên keyfî yên Lijneyên Çavdêrî û Îdareyê
*Qerebalixiya zêde ya qawîşan, pirsgirêkên paqijiyê û germkirinê, bihabûna pêdiviyên bingehîn ên li kantînan."
Di berdewama axaftina xwe de Nazli Turanê bi bîr xist ku li gorî peymanên navneteweyî û neteweyî, dewlet divê maf û rûmeta girtiyan biparêze û wiha got: “Înfaz nabe ku bibe amûreke tolhildanê an jî cezakirineke zêde.”
Nazli Turanê di dawiya axaftina xwe diyar kir ku ew ê heya pergaleke adîlane ya înfazê were avakirin dê şopandina rewşa girtiyan û amadekirina raporên derbarê binpêkirinan bidomînin. Nazli Turanê ji bo binpêkirinên hêj zêde neyên jiyîn ev daxwazên xwe bi rêz kirin:
“* Bila derbarê îdiayên îşkenceyê de lêpirsînên serbixwe werin destpêkirin.
* Bila girtiyên nexweş tavilê werin berdan û mekanîzmayên taloqkirina înfazê werin bi kar anîn.
* Bila dawî li qedexeyên keyfî yên li ser pirtûk, kovar û nameyan werin rakirin.
* Bila girtîgeh ji bo çavdêriya saziyên neteweyî û navneteweyî yên serbixwe werin vekirin."







